ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, ji ber têrnekirina delîlan hat beraetkirin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 19’emîn hat lidarxistin. Gelek siyasetmedar û hiqûnqas û nûnerên rêxistinên sivîl tevli danişînê bûn û piştgiriya Turkdogan kirin.
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dozger di mutalaya xwe de diyar kir ku delîlên derbarê Turkdgoan de têr nakin û tiştek ku wî bike endamtiya rêxistinê wek sûc nehatiye dîtin û xwest Turkdogan bê beraetkirin.
Turkdogan û parêzerên xwe parastina xwe kirin û bal kişandin ser xebatên mafê mirovan.
Dadgehê navber da danişînê. Heyeta dadgehê pişt re biryara xwe eşkere kir û ji ber têrnekirina delîlan derbarê Turkdogan de biryara beraetê da.