Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike

  • rojane
  • 12:39 19 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Tirkiyeyê di sala 2019’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyonê kiribû. Di nava van 3 salan de çapemeniya desthilatdariyê 7 caran manşeta “operasyona dawî” avêtin. Lê ev manşet ji bîr kirin û ji bo operasyona dawî dîsa heman manşet bi kar anîn. 
 
Artêşa Tirkiyeyê di sala 2019’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyonên berfireh kiribûn. Heta niha 7 caran ev operasyon bi sernavê “operasyona dawî” hatin pêşkêşkirin. Bi heman sernavî di 17’ê nîsanê de dest bi operasyoneke nû kirin lê ev operasyon bi windahiyên mezin dest pê kir. Şerê ku di encama dîplomasiya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan de hatiye destpêkirin, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê domandin. Çavkaniyên Tirkiyeyê îdia kirin ku di şerê li derveyî sînor de tenê serpêlekî jiyana xwe ji dest da ye. Lê belê çavkaniyên ji herêmê dibêjin ku di pevçûnên heta niha de herî kêm 25 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
ÇAPEMENIYA DESTHILATDARIYÊ CARA 8’AN GOT ‘OPERASYONA DAWÎ’ 
 
Çapemeniya nêzî desthilatdariyê li rexekî şerê heyî her ku diçe sortir dike û li rexa din jî manşetên balkêş diavêje. Rojnameya Sabahê manşeta “Nifteya warên terorê hate şikandin” avêt û îdia kir ku operasyon bi mebesta darbeya “dawî” hatiye destpêkirin. Rojnameya Hurriyetê manşeta “Li dijî terorîstan nifteya Zapê”, rojnameya Yenî Şafakê manşeta “Pencê dawî” û rojnameya Mîlatê jî ev operasyon bi ser navê “Hedef: Paqijiya tam” dît. 
 
OPERASYONÊN EWIL JI BÎR KIRIN
 
“Rojnameyên” ku şerê heyî bi keyfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin, operasyonên ku di 28’ê gulana 2019’an heta niha 7 caran bi sernavên cuda hatine destpêkirin jî bi heman awayî şîrove kiribûn. Ji sala 2019’an heta sala 2021’an, di bin navê “Pence” yê de 7 operasyon hatin kirin. Rojek piştî destpêkirina operasyona ewil ku di 28’ê gulanê de dest pê kiribû, rojnameya Starê manşeta “Li dijî dilê PKK’ê pencekê mezin” avêtibû. Rojnameya Akşamê ji bo heman operasyonê manşeta “Li hêlîna terorîstan pence”, Mîlatê manşeta “Pencê şêran” û Guneşê jî manşeta “Hedef Qendîl e” avêtibûn. Di operasyonan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn lê dîsa jî encamek nehat bidestxistin. Rojnameyên ku ev têkçûn dîtin, piştî manşetên roja destpêkê êdî ev “Serkeftina dawî” bi raya giştî dan jibîrkirin. 
 
TÊKÇÛNA GAREYÊ 
 
Yek ji mezintirîn operasyonên “Pence” yê, di 10’ê sibata 2021’an de bi navê “ “Tevgera Pencê Baz-2” hate kirin. Ev operasyon bi “têkçûna Gareyê” biencam bû. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de li Gareyê 13 polîs û leşkerên ku 6 sal bûn di destê PKK’ê de hatin kuştin. Gelê kurd jî ev encam wiha nirxand: “Êdî tu tiştek dê ne mîna beriya Gareyê û ne jî piştî wê be.” 
 
ENCAMEK BI DEST NEXISTIN
 
Piştî têkçûna giran a artêşa Tirkiyeyê, di 23’yê nîsana 2021’an de vêcarê bi navê “Operasyonên Pence-Brûsk” li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê operasyoneke nû hate destpêkirin. Rojnameyên desthilatdariyê derheqê encamên operasyonê û windahiyên artêşa Tirkiyeyê ya di operasyonê de tu nûçe neweşandin. Her wiha Wezareta Parastinê jî tu agahiyên baş parve nekirin. Niha li dijî heman herêman dîsa operasyon hate destpêkirin û ev operasyon jî weke xebata ji bo hilbijartinê tê nirxandin. 
 
SOYLU JÎ GOTIBÛ DAWÎ YE
 
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku navê wî bi tiryak, mafya û sûcên krîmînal tê zanîn, di 2’yê mijdara 2016’an de li Sakaryayê wiha gotibû: “Xwedê şahide ku dê êdî kesek nekare navê PKK’ê bibêje. Ev, soza me ya şerefê ya bo gelê me ye.” Piştî vê axaftinê jî Soylu gelek caran got “Em ê PKK’ê tune bikin.” Heman gotin û helwest gelek caran ji hêla rojnameyan ve jî di manşetan de hate bikaranîn. Bendewariyên ji şerê ku her carê weke “darbeya dawî” tên pêşkeşkirin, her carê jî vala derketin. 
 

Sernavên din

20/04/2022
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike