* Xizmên girtiyan ku li Amedê nobeta edaletê digirin, destnîşan kirin ku heta edalet pêk neyê wê dev ji daxwaza xwe edaletê bernedin û ev tişt gotin "Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
* Li herêmê di 10 salên dawî de 22 zarok bi wesayîtên zirxî hatine kuştin. Parêzer Mehmet Emîn Gun got: "Kiryar li ser navê 'gelê tirk' sûc dikin, îja em ê zarokên kurd ên dimirin deynin kîjan hêlê?"
* Piştî "Dikey bahçe projesi" ya bi 3 milyonan a qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, vê carê jî "projeya mini Mardin" a bi 7 milyon û nîvan berî bê vekirin riziya.
* Li Kuçeya Şeytên ya Sêwregê esnaf bêyî serfetih derabeyên xwe datînin. Ji esnafên kuçeyê Samet Çelîk got: "Em navê wî nabêjin, lê tekane sûcdarê aboriyê Ew e."
* Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku bi dirûşmeya "Em ê bi hev re buguherînin" amadekariyên 1'ê Gulanê dikin û îsal dê li qadan dengê "wiha nabe" yê kedkar û kedkaran bilind bibe û got: "Em ê mil bi mil, bi hev re têkoşînê bilind bikin."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 403’yan de berdewam dike.
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê wê rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê li avahiya şaxa xwe bi civîneke çapemeniyê aşkere bike. (12.00) ZINDÎ
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi boneya bernameya 1’ê Gulanê wê li Şaxa Mêrsînê ya Genel-Îş’ê ya DÎSK’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin a li Wan û Îzmîrê berdewam dike. (13.00-16.00)