NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, hevdîtin bi general û fermandarê nû yê operasyonên Rojhilata Navîn ê DYA'yê Michael Corella re kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Demokratîk ê Sûriyeyê (QSD) ragihand ku Fermandarê Giştî yÊ QSD'ê Mazlûm Ebdî, hevdîtin hevdîtin bi general û fermandarê nû yê operasyonên Rojhilata Navîn ê DYA'yê Michael Corella re kir.
Di hevdîtinê de her du alî li ser liv û tevgera DAIŞ'ê ya li herêmê sekinîn. Coella, di hevdîtinê de sozê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê da. Corella, diyar kir ku ji bo cardin DAIŞ dernekeve holê û hucreyên wan ji holê bên rakirin dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevdîran bigirin.
Corella û heyeta pê re derbarê Kampa Holo û Girtîgeha Hesekê ya malbatên DAIŞ'î lê dimînin de agahî wergirtin.