WAN - Li navçeya Tûşba ya Wanê kesê bi navê H.A., li dijî dotmama xwe ya diçû pola 1’emîn a dibistanê îstîsmara zayendî kir û hate girtin.
Li navçeya Tûşba ya Wanê zaroka ku diçû pola 1’emîn, rastî îstîsmara zayendî ya pismamê xwe H.A. hat. Li ser vê yekê H.A. hate girtin. Li gorî agahiyan; zarokê bûyer bi mamosteya xwe ya rêber re parve kir. Li ser vê yekê mamosteya zarok giliyê H.A. kir û A. hate binçavkirin. Dadgeriya Cezayên Silhê ya Nobedar jî bi sedema “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” biryara girtinê da û H.A. şande girtîgehê.