RIHA - Kesê bi navê H.O. yê 16 salî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê destdirêjî li pitikekê kir û piştre jî îşkence lê kir.
Derket holê ku kesê bi navê H.O. yê 16 salî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê destdirêjî li pitikekê kiriye û piştre jî îşkence lê kiriye. Hat diyarkirin ku heman kesî hewl da pitika ku destdirêjî lê kiribû bikuje.
Li ser windabûna pitikê, welatiyan dest bi lêgerînê kir û li nava zeviyeke pembû dîtin. Welatiyan, pitika rastî destdirêjiyê hatiye rakirin nexweşxaneyê û xetereya li ser jiyana wê didome.
Tecawizkar H.O. ji hêla kamerayên marketê ve hate tespîtkirin û binçavkirin.