* Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag, derbarê “Gorisatanên Bêkes” de axivî û ev tişt got: "Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe. Bêyî malbatên wan cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin. Lê di rastiyê de tu cenaze ne bêkes e."
* Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku armanca dîwarên tên lêkirin qutkirina pêwendiya tifaqa di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye û got: "Hêza Rojava û Şengalê, ji wan dîwaran pir pir mezintir e."
* Li Amedê, em li malbata Kavmaz bûn mêvan û şahidiya ferqa di navbera sifreya gel û sifreyên ku rayedarên desthilatê li wan dibin mêvan kir. Ayşe Kavmaz, derbarê mijarê de rewşê bi pirsan wiha anî ziman: "Ev e halê me yê baş? Başî ev e? Wekhevî tune ye, her kes wekhev najî. Sifreya me û dewlemendan ne wekhev e."
* Serokatiya Diyanetê di panoya agahdarkirinê ya Mizgefta Mezin a Amedê de cih neda kurdî. Amediyan li dijî vê got: "Kesên ku di bin navê îslamiyetê de cihêkariyê dikin, bila nebêjin em misilman in."
* Ji jinên ku 8 roj in li dijî kana mermeran a tê xwestin li bajaroka Komirê bê çêkirin li ber xwe didin Bahara Boz got: "Tenê ji bo hin kes qezenc bikin em nikarin dev ji çiyayên xwe, axa xwe û xwezaya xwe berdin."
* Li Êlihê 4 ciwanên ku li hev kom bûn, bi 3 zaravayên kurdî sepana "Qurana Kurdî" çêkirin.
* Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê û bi lêv kir ku daxwaznameyên serlêdanên sûc ên girtî derbarê rêveberiyên girtîgehan de didin nayên qebûlkirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 401'emîn de berdewam bike.
* Rêxistinên HDP'ê yên gelek bajaran têkildarî kesên di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatine binçavkirin dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.30)
* Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de dê şandeyek HDP'ê serdana Newala Qesaba ku ji avadaniyê re hatiye vekirin lêkolîn bike û daxuyanî bide. (12.00)
* Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê û Stenbolê dê têkildarî rojeva 1'ê Gulanê li avahiya Egîtîm Sena Şaxa 1'an a Amedê û li Qada Barbarosa Beşîktaşê dê daxuyanî bidin. (12.30)
* Rêxistinên hiqûq û mafê mirovan dê ji bo parêzer Serkan Karakaş li avahiya ÎHD'a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)
* Parlamenterên HDP'ê dê li navçeya Cizîrê serdana esanafan û malbatên rêveberên HDP'ê yên di binçavan de ne bikin. (17.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê dê li ber avahiya xwe sifreya fitarê deyne. (19.00)
* Çalakiya nobedê ya li ber avahiya HDP'a Cizîrê dê di roja 3'yemîn de berdewam bike. (20.30)