Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin

  • rojane
  • 13:20 12 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê keta roja 400’an. Di roja 400’emîn a çalakiyê de dayika Emîne Şenyaşar ji bo îfadeyê vexwendin emniyetê. Ferît Şenyaşar bertek nîşan da û got: “Bi taybet ji ber roja 400’emîn a çalakiyê derheqê dayikê de lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo îfadeyê bang lê kirin.”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 400’an de berdewam kir. Di roja 400’emîn a çalakiyê de bi hinceta “heqaretê” derheqê Emîne Şenyaşar de lêpirsîn hate destpêkirin û bi vê sedemê jî ji bo îfadeyê bang lê kirin. Dayika Emîne Şenyaşar li ser vê yekê tevî parêzerê xwe çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û îfade da. Hat zanîn ku bi hinceta ku dayika Emîneyê di çalakiya nobetê de “heqaret” li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Piştî kar û barên îfadeyê jî Şenyaşar vegeriya pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domand. 
 
LÊPIRSÎNA 15’EMÎN 
 
Emîne Şenyaşar têkildarî lêpirsîna 15’emîn axivî û wiha got: “Tiştekî bi navê edaletê nîne û ya ku li me tê kirin zilm e. Kurê min Fadil berd in. Ez bi vî halê xwe yê rojî nobetê digirim û daxwaza min edalet e. Erê baş e Emîne (hevjîna Erdogan) û Erdogan çawa dikarin razên? Ma dengê min qet naçe wan? Ma ez qet nakevim xewnên wan? Êdî bes e, Fadilê min berdin.” 
 
‘EZ Ê JI VIR RANEBIM’
 
Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku ev 400 roj in bi daxwaza edaletê dev ji mal û neviyên xwe berdane û wiha domand: “Ma zarokên min çi kirine? Dikana wan bi xwe bû. Çima ew kuştin? Di îfadeyê de ji min dipirsin bê ka çima li vir rûdinim. Hem li Ferît û hem jî li min xistin. Em xistin nezaretxaneyê. Ez bizanim dê li vir bimrim jî heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim.” 
 
BI TAYBET JI BER ROJA 400’AN LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN 
 
Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku nobeta wan kete roja 400’an û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet bi boneya roja 400’emîn derheqê dayikê de lêpirsîn dan destpêkirin. Beriya hatina nobetê em çûn me îfade da. Piştre vegeriyan vê derê. Di halê hazir de hiqûqa serdestan heye. Di rewşa heyî de kesên ku li nexweşxaneyê 3 kes qetil kirin bûne mexdûr. Lê dayika ku li edaletê digere weke bersûc gazî îfadeyê kirine. Em vê ji rayedaran re dibêjin. Lê tevek jî ji me re dibêjin; ‘tiştek ji destê me nayê. Ji me re çi ferman were em wê pêk tînin.’ Piştre jî ji me direvin.” 
 
BI GIŞTÎ 4 DOZ HATINE VEKIRIN
 
Di nava 400 rojên Nobeta Edaletê derheqê dayika Emîne Şenyaşar de bi giştî 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji van 15 lêpirsînan 2 jê kirin yek û bi “şêweyê darizandina sivik” didomin. Her wiha îdianameya doza bi sedema heqaretê hatiye amadekirin jî ji hêla 4’emîn Dadgeha Sizayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin. Dê di mehên pêşiyê de doz bê dîtin. Di çarçoveya doza heqaretê de ku 6’emîn Dadgeha Sizayên Giştî vekiribû, cezayê perayan a 265 rojên edlî li Şenyaşar hate birîn. 
 

Sernavên din

13/04/2022
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek