AMED - Sûrên dîrokî yên Amedê ku qeyûm gotibû "em restore dikin" û ji çopan xalî nabin, hê jî yek ji wargehên tiryakkêşan in.
Xebatên "restorekirina" sûrên dîrokî yên Amedê didomin, lê nediyar e ku dê restorasyon kengî biqede.
HALÊ SÛRAN
Heya niha tenê qismek biçûk ên sûrên ku her sal bi hezaran kes serdana wan dikin, hatine restorekirin û yên mayî jî di halê xwe de hatine hiştin. Deverên ku di halê xwe de hatine hiştin, ji çopên turîstên xwecihî û biyanî xalî nabin. Bi taybetî jî hundurê sûran bûne sergo. Her wiha ji ber terx û pîsîtiya mirovan jî bêhneke nexweş ji wan tê.
Ji xeynî vê qirêjiyê, gelek deverên sûran hê jî wargehên tiryakkêşan e. Ji ber agirê ku tiryakkêş vêdixin kevirên sûran reş bûne.