ENQERE - Aktîvîsta TJA'yê û parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi şewba koronayê ket.
Aktivîsta TJA'yê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de girtî tê darizandin û li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê tê ragirtin. Ata, bi şewba koronayê ket.
Di rûniştina danişîna Doza Kobanê ya duh de Ata dabû zanîn ku nexweş e û test kiribû. Hat zanîn ku testa Ata pozîtîf derket. Lewma jî Ata nekarî beşdarî rûniştinê bibe û niha di karantînayê de ye.
Ayla Akat Ata bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) danişînê dişopîne.