Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin

  • jin
  • 12:15 8 Nîsan 2022
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li civîna Hevserokên Jin ên Bajaran axivî û got: "Em xwe dispêrin hêza xwe. Jin wê siberojên ronî ava bikin."
 
Hevserokên Jin ên HDP'ê yên Bajaran li Navenda Giştî ya partiyê li Enqereyê li hev civiyan. Di destpêka civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.
 
Bûldan destpêkê wiha got: "Hûn bûn hêz, bûn rûmet. Yên ku diviyabû niha bi me re bûna, ji ber kiryarên nehiqûqî yên rejîma otorîter li girtîgehan dîlgirtî ne, hinek jê sirgûnkirî ne. Em van hevserokên xwe, siyasetmedarên xwe yên jin, hevrêyên xwe silav dikin. Ji vê derê em piştgiriya xwe ji wan re radigihînin."
 
'GIRTIYÊN NEXWEŞ ROJEVA ME YA LEZGÎN E'
 
Bûldan bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk û got: "Ji vê derê em hezkirin û silavên xwe ji Aysel Tûglûk re dişînin. Rewşa ku ew tê de ne, rewşa girtiyên nexweş rojeva me ya sereke ye. Heta ku Aysel Tûglûk û girtiyên din ên rewşa wan a tenduristiyê giran e azad bibin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bêguman têkoşîna me ya jinê wê van polîtîkayên zilmê têk bibe û em ê di siberojên azad de bi hevrêyên xwe re li hev bicivin. Di vê rêyê de em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
Bûldan ragihand ku newekhevî meseleya herî mezin a civakî ye ku dibe bingeh ji nebaşiyan hemûyan re û wiha domand: "Desthilatdariya heyî jî xwe li ser bingeha newekheviyê daye rûniştandin û polîtîkayên newekheviyê dewam dike."
 
Bûldan destnîşan kir ku ew ji xwerêxistiniyê dest pê dikin û dibêjin 'temsîliyeta wekhev' û wiha dewam kir: "Me li her qada têkoşîna xwe, wekhevî, tevlîbûna wekhev ji xwe re kirin pîvana bingehîn. Me sîstema xwe ya hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev bi vê pîvanê dan rûniştandin. Ev sîstem destketiyeke me ya têkoşîna ji keda bi salan e û têkoşîna jinê xurt dike."
 
'EM XWE DISPÊRIN HÊZA XWE'
 
Bûldan anî ziman ku civak bi taybetî jî jin di demeke zor û zehmet de ye û wiha axivî: "Li dijî rejîma zordar a desthilatdariya mêr a yekperest, li dijî nelirêtiyê, li dijî çetebûnê, li dijî xizaniyê, li dijî talankirina çandî û ekolojîk, li hemberî sûcên li dijî jin, ciwan û zarokan me têkoşîneke dîrokî meşand û dimeşînin. Ne karekî hêsan e, haya me jê heye. Lê belê bi vê têkoşîna mafdar û bi rûmet, em ê aştî, edalet û wekheviyê bigihînin vê xakê. Em ê siberojên ronî bi hev re ava bikin. Jin wê ava bikin. Weke HDP bi taybetî jî Meclîsa Jinê, demeke dirêj me li qadan, taxan, febrîqeyan, atolyeyan, li nava zeviyan kombûn lidar xistin. Em bi gelê xwe, jin ên kedkar li hev civiyan. Di vê pêvajoyê de meclîsên me yên jinê, hevserokên me yên jin kedeke mezin dan. Bawer bikin têkoşîna we, kar û hewldanên we têkoşîna HDP'ê berfireh dike, mezin dike û xurt dike."
 
Bûldan herî dawî wiha got: "Hêza ku em xwe dispêrin; gelê me ye, jin e, ciwan e. Bawerî û çavkaniya me ya wêrekiyê doza mafdar a gelê me ye, hêza me ye."
 
Piştî axaftina Bûldan, civîn ji çapemeniyê re berdewam kir. 

Sernavên din

10/04/2022
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê