NAVENDA NÛÇEYAN - Bi moşekên katyûşa li dijî qadeke navbera bajarokên Rizgarî û Kewirgosk ên Hewlerê êriş pêk hat.
Hat diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê, li dijî qadeke navbera bajarokên Rizgarî û Kewirgosk ên Hewlerê bi moşekên katyûşa êriş pêk hat. Hat diyarkirin ku armanca êrişê refîneya petrolê ya li herêmê ye. Li gorî agahiyên ku niştecihên herêmê jî dane 3 moşek hatine avêtin û li nêzî refîneya petrolê ketine. Agahî nehat bidestxistin ku êriş ji aliyê kijan hêzê ve hatiye kirin.
Di meha adarê de jî li dijî Hewlerê êrişeke moşekî pêk hatibû û Mihafizên Şoreşa Îranê êrişê girtibû ser xwe.