Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye

  • rojane
  • 09:05 6 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên 2 xwişkan Zozan Temîr û Nesrîn Temîr ku yek ji aliyê PDK'ê ve û yek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin, radestî malbatê nayên kirin. 

Di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê de di 28-29’ê tebaxê de kemîna hêzên taybet ên çekdar bi ser Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, li herêma Xelîfanê ya bi ser Başûrê Kurdistanê ve 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan birîndar bû û sax rizgar bû. Ji van cenazeyan cenazeyê endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di vê êrişa hêzên taybet ên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabûn hê cenazeyê wan radestî malbatên wan nehatine kirin. 
 
Ji bo wergirtina cenazeyan bi pêşengiya Dayikên Aşitiyê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakî hatibû destpêkirin. Cenazeyên ku hê radestî malbatan nehatine kirin, bendewariya malbatan a wergirtina cenazeyan didome. Endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr di êrişa hêzên PDK’ê de û xwîşka wê Zozan Temîr (Zozan Cudî) jî di 11’ê mijdara sala 2017'an de li herêma Besta ya Şirnexê di dema şerekî navbera endamên HPG’ê û artêşa Tirkiyê de de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Temîr jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin û li goristana bêkesan ya Şirnexê hatiye definkirin. Cenazeyê Nesrînê ji aliyê PDK'ê ve hatiye desteserkirin û cenazeyê Zozanê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin. 
 
Evîn Temîr a ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re behsa cenazeyên xwişkên xwe kir. Temîr, diyar kir ku ew bi her du xwîşkên xwe serbilind e û heta ku cenazeyên xwe werbigirin dê têbikoşin. 
 
'EZ BI  XWÎŞKÊN XWE SERBILIND IM' 
 
Evîn Temîr, anî ziman ku cenazeyê xwişka wê Nesrîn salek e û xwişka wê Zozan jî 5 sal in winda ne û wiha axivî: "Niha cenazeyê 2 xwîşkên min winda ne. Zozan di sala 2017'an de li herêma Bestayê di dema pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê kete destê dewleta tirk. Cenazeyê Nesrîn jî di destê PDK'ê de ye. PDK jî û Tirkiye jî xwedî heman hişmendiyê ne. PDK jî bi heman hişmendiyê nêzikî gelê xwe dibe. Ew gelê ku canê xwe teslîmî vê têkoşînê kiriye, PDK jî wan dikuje. Em dibêjin dewleta tirk bêminet e û ji xwe dikuje. Lê belê PDK ne wisa ye. Cihê şermê ye ku PDK cenazeyên zarokên vî gelî desteser dike. Divê PDK berevajî vê tevbigeriya û bertek nîşanî desteserkirina cenazeyan dabûya. Dema em dibêjin kurd, em tenê behsa partiyeke siyasî nakin. Kurd miletek e. Her du xwîşkên min soz dabûn û gotibûn heta ku kurd azad nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ez bi her dı xwîşkên xwe serbilind im. Heta ku ji destê min tê ez ê ji bo ku cenazeyê wan bistînin tebikoşim." 
 
'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE MEZINTIR BIKIN' 
 
Temîr, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta PDK'ê û destnîşan kir ku bi vî rengî îşkence li malbatan dikin û got: "PDK xwe weke berpirsyar nabîne. Ev ne cara yekeme ku dest danîn ser cenazeyên me. Ji salên 96'an ve heta niha cenazeyên me destê wan de ne. Ev pêkanînên wan ji wê demê heta niha berdewam dikin. Dibêjin ku cenaze ne li gel me ne. Lê ev ne rast e. Tevahiya cîhanê dibîne ku ev cenazeye ji aliyê PDK'ê ve hatine desteserkirin. Me li Sêmêlka ji bo em cenazeyên xwe bigirin dest bi çalakiyê kiribû. 111 rojan tevî hemû şert û mercên hewayî ev çalakiya me bi îradeyeke mezin berdewam kir. Çar perçeyan piştgiriyeke mezin a vê çalakiya me kir. Dibe ku çalakiya sînor bi dawî bû, lê em malbat wê li her derê çalakiyên xwe mezintir bikin. Li her bajarekî bi çalakiyên cuda cuda em ê daxwaza xwe ya wergirtina cenazeyan mezintir bikin." 
 
'HERIN LI ÎRANÊ BIGERIN' 
 
Temîr, anî ziman ku heta cenazeyan bigirin wê heta dawiyê têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî bi dawîkirina çalakiya li ser sînor li bajarê Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyan meşek girseyî hat lidarxistin. Lê tevî hemû hewlêdanan û daxwaza malbatan jî heta niha hikûmeta başûr tu agahî nedane me. Li dijî vê bûyerê xwe bêdeng dikin. Heta niha tiştek jie me re nehatiye gotin. Ev siyaseta dijminane ya hikûmeta herêmê ya li dijî gelê xwe, êşa me zêdetir dike. Xwîşka min a biçûk Zozan jî di destê Tirkiyeyê de ye. Me digot ew dijmine çi bike dê bike. Lê PDK kurd e, xwîna me û canê me yek e. Lê wisa nebû. Lê belê tevî hemû neyîniyan jî em li ber xwe didin. Dema ku zarokên kurdan bi destê kurdan tên kuştin êşa me du qatan zêdetir dibe. Daxwaza me ya girtina cenazeyan wê her tim hebe û wê her tim berdewam be. Heta ku daxwaziya me hebe wê çalakiyên me jî berdewam bikin.Yan wê cenazeyên me bidin me û yan jî wê daxuyaniyekî bidin û aşkere bibêjin ku cenazeyên me li ku derê ne. Ne tenê daxuyanî pêwîste ku xuya bikin ku ev cenaze li ku ne. Ji me re dibêjin herin Îranê li cenazeyên xwe bigerin, ne li cem me ye. Çi dikin bila bikib divê cenazeyên me bidin me."
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

07/04/2022
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re