MUGLA - Li navçeya Bodrumê 30 kes bi hêceta tevli pîrozbahiya Newrozê bûne, hatin binçavkirin.
Li navçeya Bodrumê ya Muglayê vê sibehê polîsan avêt ser gelek malan û 30 kirin binçavan. Hat zanîn ku ev 30 welatî bi hêceta tevli pîrozbahiya Newrozê ya di 20’ê adarê de li navçeyê hatibû lidarxistin bûne, hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Polîsan a Bodrumê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tê gotin ku berzkirina dirûşmên di Newrozê de wek sûc hatiye dîtin û kirine hêceta binçavkirinê.