STENBOL - Şaxa SES’ê ya Bakirkoyê bi boneya ku ajansa me jî di nav de 6 saziyên çapemeniyê tenduristiya gel û dengê kedkarên tenduristiyê ragihandine xelat kir.
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxa Navçeya Bakirkoya Stenbolê, bi boneya ku ajansa me Mezopotamya (MA) jî di nav de 6 saziyên çapemeniyê tenduristiya gel û dengê kedkarên tenduristiyê ragihandine xelat kir. Ajansa Mezopotamya, rojnameya Evrensel û Bîrgun, Halk Tv, Fox Tv, Yol Tv û Arti Tv xelatê wergirtin e. Li hotêlek li navçeya Sîlîvriyê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin û xelatan dan xwediyên wan.
Xwediyê Îmtiyazê yê ajansa me Ferhat Çelîk jî beşdarî merasîmê bû û xelata ajansa me girt.