Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve

  • rojane
  • 09:05 1 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Zekî Baran, diyar kir ku dê bi boneya roja jidayikbûnê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li her derî "darên vejînê" deynin û ji bo azadiya Ocalan ber bi Amarayê ve bimeşin. 

Çalakiyên ji bo 73'yemîn roja jidayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kirin. Çalakî dê heya 10'ê Nîsanê bidomin û di çarçoveya van çalakiyan de dê li gelek bajaran dar bên çandin û di 4'ê Nîsanê de ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meşek bê lidarxistin. Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, têkildarî çalakiyên ji bo rojbûna Ocalan ku ji bo kurdan tê wateya "vejînê" axivî. 
 
TECRÎD
 
Baran, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan welêt ber bi xitimandinê ve biriye û got: "Tecrîd, gihaştiyek asteke pir mezin. Ev yek bandor li civakê jî dike; bombekirina erdnîgariya Kurdisyanê, şewitandina daristanan, talankirina xwezayê. Di siyaseta Tirkiyeyê de her kes dibêje salên 90'an dest pê kiriye. Lê halbûkî bi girankirina tecrîda li ser Ocalan re atmosfereke aloziyê ya ji Qirkirina Ermeniyan a Sala 1915'an wêdetir hatiye afirandin." 
 
PEYAMÊN NEWROZÊ
 
Baran, diyar kir ku gelê kurd li hemberî van pêkanînan di Newroza 2022'yan de pêvajoyeke nû daye destpêkirin û wiha got: "Gelê kurd vîna xwe ya xwedîderketina li Rêberê xwe (Ocalan), azadî û nasnameya xwe bi awayekî aşkere da der. Ji sedî 80'yê beşdaran jin û ciwan bûn. Ev cihê hêviyek mezin e. Çi di 8'ê Adarê de çi jî di Newrozê de bi awayekî aşkere hat diyarkirin ku muxatab birêz Ocalan e. A ku li îqtidara AKP-MHP'ê dikeve jî guh bide van bangawaziyan. Ji lew re êdî ev rastiyeke ku bi tu awayî ser wê nayê girtin. An hûn ê bi gelê kurd re aşteyek bi rûmet û li ser esasên wekheviyê çêbikin an jî dê dawiya we bê." 
 
DARÊN VEJÎNÊ
 
Baran, bi domdarî anî ziman ku 4'ê Nîsanê bi ruhê 8'ê Adarê û 4'ê Nîsanê pêşwazî dikin û 4'ê Nîsanê tenê wekî rojbûna Ocalan nahesibînin û got: "Ev dîrok, di heman demê de tê wateya vejîna gelê kurd jî. Gelê kurd bi saya têkoşîna birêz Ocalan, ji nû ve vejiya. Cardin nasname û çanda xw ebi dest xistiye. Hêviya azadiy ji nû ve şitil daye. Em bang her kesî dikin ku di navbera 1-10'ê Nîsanê de li seranserê cîhanê daran deynin. Bi taybetî darçandin, ji lew re ev têkoşîn xwe disipêre xwezayê. Cewhera wê xweza ye. Lewma em xwedî li xwezayê derdikevin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Baran, astengî û provakasyonên salên borî jî bibîr xistin û got: "Kes nikare li ber daxwazên rewa yên gelê kurd bisekine. Mirov ji bo aştiyeke rûmet şer kirine. Gelê kurd 40 sal in bedêla vê dide. Em wisa difikirin ku êdî dema aştiyeke birûmet hatiye. Û em baş dizanin ancax muxatabê vê dikare vê aştiyê çêbike. Lewma divê gelê me ber bi Amarayê ve biçe. Divê ev meş bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê be. Divê her kes xwe wekî pêşengê vê pêvajoyê bibîne. Gelê kurd, pêşengê têkoşîna azadiyê ye." 
 
AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN
 
Baran, destnîşan kir aştî ancax bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û ji bo vê jî azadiya fizîkî ya Ocalan bivê nevê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Gelê kurd li qadên Newrozê û 8'ê Adarê doza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan kir. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan tê wateya azadiya tevahiya civakê. Tê wateya beranberiya bedêlên 40 salan. Êdî her kes divê li gor van bangawazî û daxwazan hereket bike. Hikûmet jî divê guh bide van daxwazên mafdar ên gelê kurd û ji bo aştiyê Ocalan berde." 
 

Sernavên din

01/04/2022
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin