Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin

img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 887’emîn de aqûbeta Nezîh Acar pirsîn ku di sala 1992’yan de li Kerboran a Mêrdînê hatibû binçavkirin û windakirin. Di çalakiyê de hat gotin ku dewletê bi zanebûn dema dosyeya Acar borandiye. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 887’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Ji ber şert û mercên pandemiyê, çalakî online hate kirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nezîr Acar hat pirsîn ku di 8’ê nîsana sala 1992’yan de li Kerboran a Mêrdînê hatibû binçavkirin, biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
BILA KUJER BÊN CEZAKIRIN 
 
Di çalakiyê de ji ewil birayê Nezîr Acar axivî û wiha got: “Ji roja hatiye binçavkirin heta niha me tu agahî ji birayê min negirtin. Ji bo ku birayê min bipirsîn em çûn qereqolê lê ji me re gotin; ‘me kesekî wisa binçav nekiriye.’ Piştre jî me parêzer girt. Em lê geriyan lê ne ji dewletê û ne jî ji kesekê din me tu agahî negirtin. Em dixwazin ku êdî agahiyekî bidin me. Em dixwazin bizanin bê ka hestiyên wî li ku ne. Daxwaza me ew e ku em jî weke her kesî biçin ser gora birayê xwe. Dê têkoşîna me ya edaletê bidome. Em dixwazin ku kujerên wan bên girtin û hesab jê were pirsîn.” 
 
DOSYA KET BER DEMBORIYÊ 
 
Piştre jî parêzerê Nezîr Acar, Veysel Vesek axivî. Vesek, da zanîn ku bavê Acar, Halîl Acar ji bo dîtina kurê xwe bi salan têkoşiya û wiha domand: “Me di sala 2005’an de ji ber windabûna Acar daxwazname da. Bavê Acar jî gelek caran daxwazname dan dozgeriyê. Lê em piştre hîn bûn ku ev daxwazname winda bûne. Me daxwazname da Serdozgeriya Komarê ya Hezexê. Di dema binçavkirinê de şahid hebûn. Daneyên şênber hene bê ka kî hatine binçavkirin. Di encama serlêdana me ya 2005’an de şahid nehatin guhdarkirin. Di dosyeya lêpirsînê de guhdarîkirina şahidan hat xwestin lê di vê mijarê de tespîtek nehat kirin. Hasan Kiliç û Suleyman Kiliç ku li gel Acar hatibûn binçavkirin, nehatin guhdarkirin. Di dawiya dawî de ji bo dosyayê biryara neşopandinê dan. Kesên ku Acar binçav kiribûn diyar in. Yek ji wan kesan Mûstafa Kemal Şen ku di wan deman de efser bû û cerdewanê bi navê Kemal Arka bûn. Ev kes tevî ku hatin tespîtkirin jî îfadeyên wan nehatin girtin. Di sala 2011’an de jî dosya bi biryara neşopandinê bi encam bû û dosya xistin ber demborînê.” 
 
GEF LI MALBATÊ HATE XWARIN 
 
Yek ji parêzerên Dayikên Şemiyê Gurbet Yavuz jî da zanîn ku Acar, di 8’ê nîsana sala 1992’yan de dema ji bo kirîna sewalan diçû Kerboranê, leşkerên di bin fermandariya efser Kemal Şen de bi ser malan de girtine û ev agahî dan: “Nezîr Acar û du kesên din hatin binçavkirin. Çavên wan hatin girêdan û birin Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê. Di saetên derengî şevê de du kes hatin berdan lê ji wê rojê ve tu agahî ji Nezîr Acar nehatin girtin. Bavê Acar, Halîl Acar ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Kerboranê, waliyê Mêrdînê û Fermandariya Lîwayê ya Mêrdînê da. Lê ev serlêdan nehatin qeydkirin. Qebûl nekirin ku Acar binçav kirine. Bav û dayikên Acar hatin binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan. Dayika Acar, Celîle Acar her wê rojê hate berdan lê bavê wî 5 rojan di bin çavan de ma û îşkence lê hat kirin. Fermandarekî payebilind ji bavê Acar re got; ‘me kurê te çawa kuştibe dê te jî bi heman rengî bikujin’ û gef lê xwar.” 
 
ÎŞKENCE DI QEYDAN DE HEYE 
 
Bi domdarî Yavuz diyar kir ku malbata Acar neçar dimîne ku koçî Hezexê bike û wiha bi dawî kir: “Di serdemeke wiha tirsnak de Halîl Acar nekarî bikeve nava hewldaneke hiqûqî. Di 28’ê kanûna sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da. Lê dozgeriyê di 16’ê çileya 2009’an de biryar da ku hewcehî bi peyketinê nîne. Îtîraza malbatê ku digot lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin jî ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate redkirin. Di 16’ê mijdara sala 2012’an de jî bi hinceta ku dosyaya Nezîr Acar ber demborînê ketiye, hate rakirin. Li ser vê yekê; malbatê di 16’ê çileya sala 2013’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev serlêdan red kir. Navên kesên ku Acar binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê piştî îşkenceyê winda kirîn jî di qeydên dewletê de hene.” 
 

Sernavên din

26/03/2022
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e