Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele

img
AMED - Di rapirsiya hilbijartinê ya Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ên Qadê diyar bû ku dengên HDP’ê li gorî hilbijartina berê zêdetir bûne û ji sedî 17’ê rayên AKP’ê jî kêm bûne. Di lêkolînê de aşkere bû ku xizan û ciwan gelemperî HDP’ê tercîh dikin û ji sedî 19’ê hilbijêran dibêjin ku dê deng bidin Erdogan. 
 
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ên Qadê li 16 bajarên kurdan lêkolîna hilbijartinê kir û encamên van xebatan jî di bin navê “Rapora Lêkolînkirina Meyla Hilbijêran û Rojevan ên Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat” de parve kir. Şîrketa ku bi çavkaniyên xwe yên resen lêkolîna xwe kir, di 4-8’ê adara 2022’yan de daneyên TUÎK’ê yên sala 2020’an bi kar anî. Kargehê ji bo texmîna xelet parekî ji sedî 3 hesiband û û bi awayekî rasthatî li 505 malan bi welatiyan re rû bi rû hevdîtin kir. Ji xebatkarên lêkolînê ji sedî 52,7 zilam û ji sedî 47,3’yan jî jin bûn. Di lêkolînê de nêzikatiya hilbijêran a ji bo tifaqên polîtîk, “Pergala Parlamenteriyê ya bihêzkirî” ya 6 partiyên “muxalîf”, pirgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê û çareserî û bandora pirsgirêka kurd a li ser pirsgirêkên giştî yên Tirkiyeyê hat pirsîn. 
 
PIRSGIRÊKÊN HERÎ BINGEHÎN 
 
Ji kesên tev li lêkolînê bûn sedî 76,3’yan diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka “Aborî/bêkariyê” ye. Ji sedî 17,4’an jî mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê weke “Pirsgirêka Kurd” destnîşan kirin. Di lêkolînê de pirsa “bandora pirsgirêka kurd a li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê” hat pirsîn. Li gorî vê; ji sedî 60,5’ê beşdaran got ku bandorê li krîza aborî û bêkariyê dike, ji sedî 64,7’an got bandorê li pirsgirêka demokrasiyê dike, ji sedî 61,1’an got bandorê li pergala hiqûqê û rewşa heyî dike, ji sedî 57’an got bandorê li pergala serokomariyê dike, ji sedî 67,5’an got bandorê li rewşa pevçûn û tundiyê dike, ji sedî 61,6’an jî diyar kir ku pirsgirêka kurd bandorê li polîtîkaya derve dike. 
 
JI SEDÎ 64’Ê HILBIJÊRAN HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIXWAZIN
 
Ji sedî 64,9’ê hilbijêran xwest ku hilbijartineke pêşwext çêbibe. Ji sedî 17,9’ê hilbijêran ji bo hilbijartina pêşwext gotin na û ji sedî 17,3’yê beşdaran jî di vê mijarê de bêbiryar bûn. 
 
JI SEDÎ 13’Ê WELATIYAN DIBÊJIN KU HDP DÊ WERE GIRTIN 
 
Di lêkolînê de ji bo hewldanên girtina HDP’ê jî pirs hat kirin. Li gorî vê yekê; ji sedî 13,7’ê hilbijêran got ku HDP dê were girtin, ji sedî 47,8’ê hilbijêran got nayê girtin û ji sedî 38,5’ê beşdaran jî diyar kirin ku di vê mijarê de fikreke wan nîne. 
 
DENGÊN TIFAQA GEL DIKEVIN 
 
Di lêkolînê de pirsa “Di rewşa heyî de gelo hûn dê dengê xwe bidin tifaqên heyî” hat kirin. Li gorî vê; hejmara kesên ku di kanûna par de digotin “ez ê deng bidim Tifaqa Gel” vê carê ketin û hejmara kesên digotin “Ez ê dengê xwe bidim Tifaqa Milet” jî zêde bûne. Li gorî vê; hejmara kesên digotin “Ez ê deng bidim Tifaqa Gel” ji sedî 15,1, ji sedî 15,1’ê beşdaran got ku bêbiryar in, ji sedî 15,7’ê hilbijêran got ku dê dengê xwe nedin tu tifaqan û ji sedî 16,1’ê hilbijêran jî got ku dê dengê xwe bidin Tifaqa Milet. Ji sedî 37,2’yê hilbijêran jî destnîşan kirin ku heke partiya wan di nava tifaqan de cih bigire dê dengê xwe bidin. Li gorî lêkolînê; cara ewile ku jin ji ciwanên di navbera 18-24 salî de ku yekemîn care deng didin hîn bêhtir dibêjin “ez bi tu awayî dengê xwe nadim tifaqên heyî.” 
 
JI SEDÎ 9’Ê BEŞDARAN BI ERÊNÎ LI 6 PARTIYÊN MUXALÎF DINIHÊRIN 
 
Her wiha pirsa 6 partiyên “muxalefetê” yên bi pêşengiya CHP’ê hatine ba hev jî ji hilbijêran hat kirin. Li gorî vê; ji sedî 9,4’ê hilbijêran vê hevgirtinê pir erênî û ji sedî 33,3’yê hilbijêran tenê erênî nirxand. Ji sedî 37,8’ê hilbijêran di vê mijarê de bêbiryar bûn, ji sedî 15,6’an neyînî nêz bûn û ji sedî 4’ê hilbijêran jî pir neyînî nirxand. Li gorî bersivan; bi giştî ji sedî 42,7’ê hilbijêran bi erênî nêz bûn û ji sedî 37,8’ê hilbijêr di vê mijarê de bêbiryar bûn û ji sedî 19,5’an jî neyînî nêz dibin. 
 
PERGALA PARLAMENTERIYÊ 
 
Di lêkolînê de ji sedî 20,9’ê beşdaran got ku Pergala Parlamenteriyê dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, ji sedî 32,9’an got nikare, ji sedî 43,6’an got dikare heta astekî çareser bike û ji sedî 2,6’an jî nêrîna xwe parve nekirin. Bi giştî ji sedî 32,9’ê beşdaran got ku pirsgirêkên heyî bi vê pergalê çareser nabe û ji sedî 64’an jî got dikare bên çareserkirin. 
 
BEŞDARIYA TIFAQÊ YA HDP’Ê
 
Ji sedî 12,4’ê beşdaran tevlênekirina HDP’ê ya di civîna 6 partiyên muxalîf de weke helwestekî gelek neyînî, ji sedî 24,2’yan tenê neyînî, ji sedî 44,9’ê beşdaran di vê mijarê de bêbiryar bûn, ji sedî 12,4’ê erênî nêz bûn û ji sedî 6,2’yan jî kiryarekî pir erênî nirxandin. Bi giştî ji sedî 36,6’ê beşdaran nebeşdarbûna HDP’ê neyînî nirxandin û yên erênî nirxandin jî ji sedî 18,6 bû. Ji sedê 44,9’ê beşdaran jî di vê mijarê de bêbiryar bûn. 
 
DENGÊN HDP’Ê ZÊDE BÛN 
 
Pirsa “heke vê yekşemê hilbijartin bê kirin gelo hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê” jî ji beşdaran hate kirin. Li gorî vê; ji beşdaran ji sedî 0,3’yan got HUDA-PAR, ji sedî 1,2’yan got Partiya Saadetê, ji sedî 1,5’an got Partiya Pêşerojê, ji sedî 1,9’an got MHP, ji sedî 3’yan got ÎYÎ Partî, ji sedî 3,3’yan got Partiya Deva, ji sedî 8’an got dê neçin ser sindoqê, ji sedî 8,2’yan got bêbiryar in, ji sedî 9,6’an got CHP, ji sedî 17,5’an got AKP û ji sedî 45,6’an jî got dengê xwe bidin HDP’ê. Ji hilbijêrên temenê wan di navbera 18-24’an de ji sedî 14,3’yan got bêbiryar in, ji sedî 12’an got dê deng nedin, ji sedî 37,7’an got HDP, ji sedî 15,6’ê got CHP, ji sedî 14,6’an jî got dê dengê xwe bidin AKP’ê. 
 
TERCÎHA XIZANAN BÛ HDP 
 
Li gorî lêkolînê; malbatên ku rewşa wan a aborî baş dengê xwe didin AKP’ê û yên xizan jî gelemperî dengê xwe didin HDP’ê. 
 
HDP ÊDÎ KÊ TERCÎH BIKE EW DÊ BI SER KEVE 
 
Pirsa “heke HDP were girtin gelo dê dengê xwe bidî kîjan partiyê” ji beşdaran hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 4,1’ê beşdaran got dê dengê xwe bidin partiyeke din, ji sedî 8,7’an got di vê mijarê de bêbiryar in, ji sedî 9’ê beşdaran got dê teqez dengê xwe nedin tu partiyeke din, ji sedî 78,2’yan got ku dê dengê xwe bidin partiya ku HDP dê ava bike yan jî partiya ku HDP nîşan dide. 
 
DENGÊ ERDOGAN JI SEDÎ 19 E
 
Her wiha pirsa “heke di vê yekşemê de hilbijartinek çêbibe û du namzetên serokomariyê hebin, dê dengê xwe bidî kê” jî ji beşdaran hate kirin. Li gorî vê; ji sedî 19’ê beşdaran got dê bidin Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, ji sedî 27’ê hilbijêran got dê dengê xwe bidin Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, ji sedî 43’yan got dê bidin Ekrem Îmamoglu û ji sedî 31’ê hilbijêran jî got dê dengê xwe bidin Mansur Yavaş.
 

Sernavên din

26/03/2022
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e