Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe

img

AMED - Siyasetmedarê serbixwe yê misrî Ramy Zohdy ku beşdarî Newroza Amedê bûbû diyar kir ku cara ewile pirsgirêka kurd ji nêz ve dişopîne û wiha got: “Divê Ocalan azad bibe.” 

Di pîrozbahiyên Newroza îsal de ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin, bi milyonan kes herikîn qadan. Yek ji kesên beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bûyî jî siyasetmedarê serbixwe û karmendê misrî Ramy Zohdy bû. Zohdy, da zanîn ku yekemîn care pirsgirêka kurd ji nêz ve dişopîne û bi kurdan re Newrozê pîroz dike. Zohdy, têkildarî pirsgsirêka kurd, polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn û tiştên ku di Newrozê de jiyayîn bi ajansa me re axivî. 
 
Ramy Zohdy, bal kişand ser têkiliyên di navbera ereb û kurdan de û wiha got: “Têkiliyên di navbera kurd û ereban de tu carî bi qasî niha baş nebûne. Ji ber ku her du aliyan jî baş fêm kir ku ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Em bi hev re li ser vê xakê dijîn û divê em bijîn jî. Divê em bi hev re bixebitin. Em heman xak û çandê parve dikin. Divê em bi hev re aştiyê bînin vê xakê. Rojhilata Navîn a me tevan e û di bin sîwana heman alê de dijîn. Tirk, kurd û sûriyeyî. Weke ereban me bi salan piştre fêm kir ku teheyûla pêşerojê ya ereban xeyaleke baş nîne. Ev rast nîne. Û dê tu carî bi ser jî nekeve. Divê têkiliyên me yên bi cîranên me re baş bin. Hewceye em pêkve çareseriyekê bibin pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din. Hewcehiya me bi pirsgirêkên zêdetir nîne.” 
 
‘PÊDIVÎ BI EWLEKARIYEKE MÎSOGER HEYE’ 
 
Di berdewamê de Zohdy qala şer û qeyrana li Rojhilata Navîn a her ku diçe girantir dibe kir û wiha domand: “Pêdiviya hemû gelan, gelên ereb, efrîqeyî, kurdan û heta ewropiyan bi jiyaneke hevpar heye. Mînak; hewcehiya me bi ewlekariyeke mîsoger heye. Divê di hêla baweriyê de em azad bin. Zimanên me azad bin û em bi hev re aboriya xwe pêş bixin. Pêdiviya mirovan bi serxwebûn û azadiyê heye. Dikarim bibêjim; lêgerîna min jî ji bo azadiyê ye. Min li vir ferq kir ku tirk xwe xwediyên vî welatî dibînin. Hemû çavkanî di destê tirkan de ne. Lê wiha nabe. Divê hemû gelên li ser vê xakê dijîn bikarin bi heman awayî ji van çavkaniyan sûd bigirin. Nexwe dê pêkvejiyanek çênebe. Ev çavkanî yên hemû gelên li Tirkiyeyê ne. Yên li Sûriyeyê jî aîdî hemû gelan in. Di esasê xwe de em xelkên Rojhilata Navîn,  her ji me yek parçeyeke biçûk ên welatekî mezin in.” 
 
‘DI DAWIYA DAWÎ DE OCALAN DÊ AZAD BIBE’
 
Bi domdarî Zohdy bal kişand ser paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev şîroveye kir: “Wisa bawerim ku Ocalan dê di dawiya dawî de azad bibe. Ocalan ji bo azadiyê, ji bo welat û gelê xwe şer dike. Ev yek di demên berê de li Efrîqeya Başûr çêbû. Haya we ji mînaka Nelson Mandela heye. Her wiha li deverên cuda jî çêbûn. Tekane daxwaza mirovan mafên wan in ku ji xwe divê ev mafên wan hebin. Beriya ku werim vê derê, ji xwe haya min ji pirsgirêka kurd hebû. Lê piştî ku hatim vederê, min baştir ferq kir bê ka pirsgirêkeke çiqas kûr û berfireh e. Pirsgirêkên ku kurd li vir dijîn, pirsgirêkên ewqas mezin in ku mirov qet nikare texmîn jî bike. Lê bi saya Newrozê me bi çavên xwe dît. Aliyekî aqilane yê vê destwerdanê nîne. Hûn nikarin daxwazên gelekî paşguh bikin. Ev miameleye nayê qebûlkirin.” 
 
‘BINGEHA PIRSGIRÊKAN ERDOGAN E’
 
Zohdy, di berdewamê behsa têkiliyên di navbera Tirkiye û Misrê de kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava van deh salên dawî de di navbera Tirkiye û Misrê de hinek pirsgirêk derketin. Sedema van pirsgirêkan jî Erdogan e. Hûn niha li Misrê kîjan hemwelatî bidin sekinandin û pirsa Tirkiyeyê jê bikin, dê raste rast ji we re bibêje; ‘Tirkiye dijminê me ye.’ Dê ji we re bibêjin ku ji tirkan nefret dikin. Di demên berê de tiştekî wiha nebû. Misr, 600 salan girêdayî Osmaniyan bû. Gelek peyvên tirkî di nava zimanê me de hene. Mitbaxa me dişibe hev. Misrê heta demekî dirêj Tirkiye bo xwe weke model di dît. Me bo xwe digot hewceye em jî mîna Tirkiyeyê bibin. Lê niha ji ber tevger û biryarên xerab ên şexsekî, em neçar man ku li dijî Tirkiyeyê bin.  Misr, mezintirîn welatê Efrîqeya Bakur e. Ji bo hevkariya bi Misrê re diviyabû rêyek bihata dîtin. Lê dema mirov lê dinihêre, dibîne ku Tirkiye bi Lîbyayê re, bi Sûriyeyê re û li Behra Spî şer dike. Di dawiya dawî de çi bû? Erdogan winda kir û bi welatê xwe da windakirin. Ji vî şer û rageşiyê tu tiştek bi dest nexist.” 
 
‘XELKÊ MISRÊ JI TIRKIYEYÊ NEFRET DIKE’ 
 
Têkildarî nêrîna xelkê Misrê yê derheqê gelê kurd jî Ramy Zohdy ev nirxandin kir: “Welatekî ku bi cîranên xwe re şer dike gelo dê bi kurdan re silha xwe çawa bike? Heke rêberek rêzê ji gelên li welatê xwe re negire, mafên wan binpê bike, gelo dê tirk bi cîranên xwe re çawa têkiliyên baş pêş bêxin? Dema em dihatin vê derê, me ji gelê xwe re got; ‘em ne bi tirkan re lê bi kurdan re dê hevdîtinê bikin.’ Di halê hazir de rewş ev e. Heke me bigota dê bi tirkan re hevdîtinan bikin, dê bihatina rexnekirin. Divê ez vê jî destnîşan bikim; gelek misrî çîroka kurdan nizanin. Kurdan nas dikin lê haya wan ji pirsgirêka kurd nîne. Hem yên xwendî û hem jî yên nexwendî. Mînak; di mijara têkiliyên Efrîqayê de ez li welatê xwe siyasetmedarekî navdar im. Lê haya min jî jê nebû.” 
 
‘GUH DIDIM KURDAN’ 
 
Zohdy, da zanîn ku li welatê xwe rastî kurdên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye û pê de çû: “Ji wan gelek tiştan hîn bûm. Wan bo min qala pirsgirêka kurd kirin. Dema min bihîstîn gelek şaş bûm. Min dubare dubare jê pirsî û jê re got; ‘ji kerema xwe du saetên xwe bo min veqetînin û min bi ser vê mijarê bigihînin.’ Ji ber ku derheqê vê mijarê de materyal nînin. Heke mirovekî mîna min ku mijaran bi hûr û kûr vedikolîne jî di vê mijarê de xwedî agahî nebe, gelo mirovekî li kolanê dê çi hay jê hebe? Çar mehan li ser vê mijarê sekinîm. Bi kurdên ku min nas kiribûn re rûniştim, bi wan re me xwarin xwar û civîn kirin. Di dawiya van hevdîtinan de jî ji bo Newrozê hatim vê derê. Di pîrozbahiyan de min stranên kurdî guhdar kirin. Gelek xweş bûn. Dixwazim ku saleke din dîsa werim û Newrozê li vê derê pîroz bikim. Ji ber ku Newroz, aştî ye. “
 
‘ERDOGAN PÊBAWERÎ TUNE KIR’ 
 
Zahdy, nêzikatiya AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka kurd rexne kir û wiha berdewam kir: “Erdogan li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî nêzî pirsgirêka kurd dibe. Anku mirov nikare vê tevgerê girêdayî tirkîtiyê yan jî mirovahiyê bike. Rejîma xwe bi tevahî li gorî berjewendiyên xwe ava dike. Nizanim çiqas rast in lê ez bi vî rengî dibînim. Ev rewş ji bo xelkên Tirkiyeyê pêbaweriyê qels dike. Li Sûriyeyê, li Behra Spî, li Misrê, li Yewnanistan û Qibrisê, li her deverê êrişkar e. Heta ji Lîbyayê dernakeve. Ev tevek jî ji ber berjewendiyên şexsî ne. Divê Erdogan rûne ser maseyê, rêzê bo gelên din bigire û mafên wan bide.” 
 
TÊKILIYÊN BI MISRÊ RE
 
Derheqê hewldanên Tirkiyeyê yên li Misrê de jî Zahdy ev tişt anî ziman: “Divê nehêle ku têkiliya wan a bi Misrê re têk biçe. Ev 10 sal in piştgiriyê dide Birayên Misilman. Ev jî ji ber têkiliyên kar e. Çi feydeyê wê çêbû? Ev mijareke girêdayî Tirkiyeyê nîne. Erê baş e heke polîtîkayên Erdogan rast bin, çima bi kurdan re pirsgirêkên ewqas mezin dijî û çima têkiliyên wan ên bi cîranên wan re ewqas qels bûn? Tirkiyeya sala 2010’an û ya 2022’yan bidin ber hev. Niha jî derheqê şerê Rûsya û Ûkraynayê de diaxive. Hem bi Rûsyayê re ye û hem jî bi Ûkraynayê re. Xwe tevî Lîbyayê dike û têkiliyên wê bi Îsraîlê re hene. Têkiliyên wê bi welatên Kendavê re heye lê carnan jî li dijî wan tevdigere. Min tu carî Tirkiye wiha nedîtibû. Di ciwantiya xwe de ez li ser dîroka Tirkiyeyê xebitîm. Ji ber ku wê demê me jî xwe parçeyeke wê didît. Lê min qet tiştekî wiha nedîtiye. Me digot Tirkiyeyeke bihêz heye. A rast ez niha zehmetiyê dikişînim ku rêzê bo welat û polîtîkayeke wiha bigirim. Nêrîna xelkê Misrê ya li hemberî Tirkiyeyê di halê hazir de gelek xerab e.”
 
‘EZ Ê NEWROZEKE DIN DÎSA WERIM’ 
 
Zahdy, herî dawî qala çavdêriyên xwe yên di Newrozê de kir û wiha got: “Di Newroza Amedê de gelek keyfxweş bûm. Coş û keyfxweşiya di çavên mirovan de gelek hêja bû. Rojeke nûwaze bû. Gotin ku ji ber ewlehiyê herî zêde dikarin saetekî li wir bimînin. Xemgînim ku min nekarî hêj dirêjtir li wir bimînim. Ji ber ku ez bo vê hatibûm. Beriya hatinê min li ser înternetê li pîrozbahiyên salên berê nihêrt. Gelek keyfxweş bûm ku dê bi vî gelî re bihatima gel hev. Min nîşanî hevjîna xwe jî dan. Min jê re got; ‘lê binêr. Ez ê biçim gel van mirovan.’ Nexwe ez zû bi zû nakevim nava cihên girseyî. Şexsiyeta min wisa ye. Ji qelebalixê hez nakim. Lê gelek keyfxweş bûm ku beşdarî Newroza Amedê bûm. Îro bi hevalekî xwe yê kar re axivîm. Min bo wî qala muzîkên kurdî kir. Muzîkeke gelek xurt e. Ji vir û şûnde ez ê di wesayîta xwe de her stranên kurdî guhdar bikim. Ji zarokên biçûçik heta ciwan, jin, kal û pîran, hemû kes pir xweşik bûn.” 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose
 

Sernavên din

26/03/2022
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e