Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan

img

AMED - Di nava 16 rojan de ji 4 girtiyên ku li Amedê berdana wan hatiye astengkirin 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan û her du yên din jî şandin girtîgehê. Ji van girtiyan yek jê bi felcê ketiye û yê din jî dermanê nexweşiya wî nîne. 

Li girtîgehên Tirkiyeyê hema hema her roj binpêkirinên weke tundiya fîzîkî, zexta psîkolojîk, nêzikatiya xerab û îşkence dikevin rojevê. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 14’ê kanûna 2021’an de hatibûn parvekirin; li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Gelemperiya van girtiyên nexweş jî yên siyasî ne. Hejmara girtiyên nexweş roj bi roj zêdetir dibe. Yek ji van girtiyên nexweş jî Abdullah Boran (80) bû ku bi nexweşiya penceşêra kolonê ketibû û di 23’yê adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jiyana xwe ji dest da. 
 
TERKÎ MIRINÊ KIRIN 
 
Abdullah Boran ev 26 sal bûn di girtîgehê de bû û di van du salên dawî de bi vê nexweşiyê ketibû. Boran, di van 7 mehên dawî de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di beşa venihêrîna awarte de bû. Tevî temenê mezin û nexweşiya xwe jî Boran nehat berdan û bi awayekî vekirî terkî mirinê hat kirin. 
 
Di serî de malbatên girtiyan ku naxwazin tabûtên xizmên wan ji girtîgehan derkevin, komeleyên di vê mijarê de xebatan dimeşînin, baro û rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku di vê mijarê de hikûmet gavan biavêje. Malbatên girtiyan li aliyekî bi çalakiya Nobeta Edaletê hewl didin dengê xwe bigihînin hemû kesî û li rexa din jî dixwazin ku partiyên muxalîf alîkariyê bidin wan. 
 
Êdî rewşa girtiyên nexweş gihiştiye astekî wisa ku ji bo wan her saetek jî dikare bibe derengî. Di heman demê de girtiyên nexweş ên ku cezayê wan xelas bûyî lê ji ber astengiyên girtîgehê nayên berdan jî, bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. 
 
Di nava 16 rojên dawî de ji 4 girtiyên nexweş ên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan û yên din jî tevî ku rewşa wan a tenduristiyê xerabe jî dîsa şandin girtîgehê. 
 
BERDANA DERENG RÊ LI BER MIRINÊ VEKIR 
 
Yek ji girtiyên ku rewşa wî zêde giran bûyî û piştre hatiye berdan jî Bedrî Çakmak bû. Çakmak, çawa ku hate berdan rakirin nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di sala 2011’an de Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) namzetiya 12 parlamenterên kurd veto kiribû û li ser vê yekê jî li Amedê çalakî hatibûn kirin. Çakmak jî di wan çalakiyan de hatibû binçavkirin û piştre hate girtin. Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê penceşêra mîde, raşîtîzm û xitimîna demaran lê peyda bûbûn. Ji ber van nexweşiyan jî heta 35 kîloyan zeîf bûbû. Li ser berteka raya giştî, Çakmak di sala 2021’an de hêj bo berdana wî salek mabû ku hate berdan. Çakmak ku tedawiya wî li derve didomiya, di êvara 10’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
KARÎ TENÊ 10 ROJAN BIJΠ
 
Nexweşê penceşêra rûviyan Hayrî Karaş ku bi Çakmak re li heman girtîgehê dima jî di 15’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Karaş, 10 roj berê ji ber nexweşiya xwe ji girtîgehê hatibû berdan. Di sala 2009’an de di çarçoveya “Operasyonên KCK’ê” de hatibû girtin û 4 salan di girtîgehê de mabû. Karaş demekî nêz berê ji ber dosyayeke din dîsa hatibû girtin. Lê Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ji bo Karaş rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû û li ser vê yekê jî hatibû berdan. Lê belê di vê navberê de nexweşiya Karaş pêş ket û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Ji ber ku berdana Çakmak û Karaş hate taloqkirin, jiyana xwe ji dest dan. Li rexa din jî tevî ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş e, ne Zekî Bektaş û ne jî Îsmet Çardak nayên berdan. 
 
DERMANÊ NEXWEŞIYA WÎ NÎNE! 
 
Îsmet Çardak di sala 1992’yan de bi cezayê muebbetê hate girtin. Li girtîgehê bi nexweşiya ku jê re dibêjin “miyopatiya genetîk” ket û ji ber vê nexweşiyê masûlkeyên laş dihelin. Bijîşkan ji ewil ji bo vê nexweşiyê teşhîsa fetqa piştê û siyatîkê danî û tedawiyeke xelet kirin. Ji ber vê yekê jî nexweşiya wî ya ku dermanê wê tune ye pêş ket. Bi giranbûna nexweşiyê re jî Çakmak 23 sal piştre li ser rapora ATK’ê, di 6’ê nîsana 2015’an de hate berdan. 
 
TEVÎ VÊ JÎ CEZAYÊ WÎ PAŞVE NEDAN
 
Çardak, ev 7 sal bûn li cem malbata xwe dihat dermankirin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku Çakmak lê dihat dermankirin, di 21’ê sibata 2022’yan de rapora “hewce nake ku cezayê wî were taloqkirin” amade kir. Tevî ku di raporê de dihat gotin ku “dermanê nexweşiya wî nîne”, ev rapor hat amadekirin. Di çarçoveya raporê de Çardak çendek roj piştre li mala xwe hate binçavkirin û birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. 
 
JI SEDÎ 90 FELC BÛYE 
 
Zekî Bektaş jî piştî emeliyeta dil felc bû. Bektaş ku ji sedî 90 felc bûye û ketiye nav nivînan, nikare sexbêra xwe bike lewma hevalên wî lê dinihêrin. Di encama hewldanan de ATK’ê di mijdara 2019’an de raporek amade kir û li ser taloqkirina ceza jî Çakmak hate berdan. 
 
Bektaş li derve li cem malbata xwe dihat tedawîkirin û li gel ku rewşa wî ya tenduristiyê baş nebû jî, ji ber rapora ku digot “dikare di girtîgehê de bimîne”, hate girtin û birin girtîgehê. 
 
BEKTAŞ HATE SEWQKIRIN, ÇARDAK LI BENDÊ YE
 
Parêzerên Bektaş û Çardak ji bo ku miwekîlên wan bên sewqkirin, serî li ATK û Dadgehê dan. Hat zanîn ku kar û barên sewqkirinê yên Bektaş dest pê kiriye û li benda rapora ATK’ê ne. Lê sewqa Çardak hîn nehatiye kirin. 
 
Herî dawî dê ATK biryarê bide bê ka her du girtî dê di girtîgehê de bimînin an na. 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

26/03/2022
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e