* Çalakgerên Nobeda Edaletê ya Stenbolê, daxwaza xwe ya ji bo edaletê destnîşan kirin û bang kirin ku her kes bibe dengê girtiyan.
* Li Rihayê li devera telîmê ya polîsan cenazeyê şivan Mûharrem Aksem bi awayekî perçekirî hatibû dîtin. Apê wî Bakir Aksem got: "Ji sibehê heya êvarî li vira telîm hebû. Gumana me tenê diçe ser midûriyeta polîsan."
* Siyasetmedar Ahmet Turk, bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk a girtî, destnîşan kir ku êdî divê bê berdan.
* Li Colemêrg û Wanê 185 mêrg û zozan îsal jî wekî "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin. Di giştînameya hatiye weşandin de hatiye diyarkirin ku gava kesên biçin zozanan, li zozanan çav bi endamên rêxistinê bikevin û wan îxbar nekin dê ji zozanan bên derxistin û her wiha şertê lêpirsîna ewlehiyê jî li ber şivanan hatiye danîn.
* Siyasetmedarê serbixwe yê Misrî Ramy Zohdy ku tevlî Newroza Amedê bû, bi lêv kir ku cara yekem e bi pirsgirêka kurd re ewqas ji nêz ve dikeve nava têkiliyê û got divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 383’yan de berdewam bike.
* ANYAKAY-DER û MATUHAY-DER dê li Sancaktepeyê bi malbatên girtiyan re bên gelhev. (11.00)
* Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose wê têkildarî binpêkirinên mafan ên karker û kedkar dijîn û sererastkirina şert û mercên xebatên wan li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* TUAY-DER’a Çûkûrovayê wê têkildarî mirinên li girtîgehan wê li avahiya HDP’a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Dayikên Şemiyê wê bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên cezakirin, çalakiya xwe ya heftane ya 887' emîn li ser onlinê pêk bînin. (12.00)
* Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê wê têkildarî xizmetên tenduristiyê bi tevlîbûna Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci li pêş avahiya odeya xwe daxuyaniyê pêk bîne
* Xizmên Windakiriyan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê li aqûbeta windakiriyan bipirsin. (12.30)
* Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişînin rewşa girtiyên nexweş wê li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide. (13.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" bidomîne. (13.30)
* Înîsîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê di hefteya 394'emîn de li ber ÎHD'a Enqereyê çalakî li dar bixe. (13.30)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 100’emîn de berdewam dike. (14.00-16.00)