‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’

img
ŞIRNEX - Endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr ji bo kongreya HDP'a Şirnexê ya ku wê 27'ê adarê de bê lidarxistin banga beşdariyê kirin û gotin: “Werin em ruhê Newrozê kongreya xwe li dar bixin."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Şirnexê wê di 27'ê adarê de bi dirûşma "Em ber bi pêşerojê ve dimeşin" Kongreya xwe ya 4’emîn a Asayî li eywanek dawetê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementerên HDP'ê li dar bixe. Komîsyona kongreyê û endamên HDP'ê yên bajêr bang li xelkê Şirnexê kirin ku bi ruhê Newrozê tevlî kongreyê bibin. 
 
'DEM DEMA AZADIYÊ YE’ 
 
Hevseroka HDP'ê ya bajêr Sabuha Akdag diyar kir ku piştgiriya gel wê hêz bide xebatên wan û ev bang kir: "Em armanc dikin ku gelek bi hêz tevli kongreyê bibin. Em bi hêvî ne ku wê kongreya me bi serkeftî pêk bê. Çimkî em ê kongreya xwe meha adarê de pêk bînin. Me meha adarê bi 8'ê Adarê pêşwazî kir. 8'ê Adarê gelek serkeftî derbas bû. Jinên Botanê di 8'ê Adar û Newrozê de daketin qadan. Bi vê minesebetê em ji gelê xwe daxwaz dikin ku bi heman coşê tevli kongreyê jî bibin. Li dijî van êrişan werin em bi hev re bersiv bidin. Em li benda gelê xwe ne, dem dema azadiyê û serkeftina gelê me ye." 
 
'DEM DEMA RÊXISTINBÛNÊ YE' 
 
Ji komîsyona kongreyê û Hevşaredarê Hezexê yê HDP'yî Mûrat Şen ku qeyûm danîne şûna wî jî anî ziman ku ev kongre wê bibe wesîleya xwe ji nû ve birêxistinkirinê û got: "Me ji 2'ê sibatê heta niha bi dirûşmeya ‘Dem dema HDP'ê ye’ xebatên xwe yên kongreyê dane destpêkirin. Em niha gihiştine encama xebatên xwe. Em li bendêne ku gelê me bi coş û ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin. Werin di 27'ê adarê de em dengê Botanê li tevahiya cîhanê bidin belavkirin. Dem dema rêxistibûnê ye, dem dema azadiyê ye û dem dema serkeftinê ye. Rêxistina nû ya ku wê bê avakirin wê ji me re encamên erênî bîne. Serkeftin a me ye." 
 
'KONGRE NÛJENIYE' 
 
Ji komîsyonê kongreyê Ahmet Başak jî diyar kir ku rêxistina ku wê nû bê avakirin wê bi xwe re serkeftinê bîne û wiha got: “Her kongreyek weke bişkivîna daran e. Bi xwe re hêvî û nûjeniyê tîne. Werin em di wê rojê de bi hev re tevli kongreyê bibin û bi kelecanek xurt kongreya xwe li dar bixin. Em dixwazin ku gelê me wê rojê hêz bide me. Wê tevlibûna gel a kongreyê me bextewar bike."
 
'EM DI KONGREYÊ DE JÎ BERSIV BIDIN’ 
 
Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku qeyûm danîne şûna wê jî bang li gel kir ku bi germahiya Newrozê tevli kongreyê bibin û got: "Çawa ku bi ruhê 8'ê Adarê em li qadan bûn, em di 27'ê adarê de jî li kongreyê de cihê xwe bigirin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Botanê dikin ku beşdarî kongreya xwe bibin. Çawa ku di Newrozê de me bersiv da, werin em di 27'ê adarê de jî bersiveke xurt bidin." 
 
 

Sernavên din

26/03/2022
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e