Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e

img

RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, diyar kir ku daxwaza azadiya Ocalan mohra xwe li Newroza 2022'yan daye û wiha got: "Divê her kes ji vê daxwazê re rêz bigire. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e."  

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî neçar hat hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, 23 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de girtî ye. Hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin. Di 23 salan de tenê destûr hatiye dayîn ku parêzerên Ocalan 442 caran pê re hevdîtin bikin. Rexmî ku weke her girtî mafê Ocalan yê axaftina bi telefonê heye jî heta niha destûr hatiye dayîn ku tenê carekê vî mafê xwe bi kar bîne. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'an de axaftina Ocalan a bi telefonê hatibû birîn û ji wê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin.
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ku herî dawî bi rêya telefonê bi Ocalan re axivî, Mehmet Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên hevdîtinên wan ku nayên bersivandin û dengê ku di Newroza 2022'yan de bilind bû ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) nirxand. 
'MÎNAKA TECRÎDÊ DI CÎHANÊ DE TUNE YE' 
 
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku mînaka tecrîda li Îmraliyê di cîhanê de tune ye û got: "23 sal in tecrîd berdewam dike. Dem dema tecrîd giran dibe dem dema jî sivik bû lê herdem heye. Dewleta tirk siyaseta xwe li ser vê avadike. Nêzîkatiya wan a li dijî birêz Ocalan û pirsgireka kurd bi hev ve girêdayî ye. Me qet ne bihîstiye ku di cîhanê de mînaka vê tecrîdê heye. Pir giran e. 4 mirov di nava behrê de, di bin tecrîde de ne. Mafê mirovan xistine bin pêyan."
 
'DEWLET XELET DILÎZE' 
 
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku herî dawiyê di 25'e Adara 2021'an bi birayê xwe re bi telefonê axivî û wiha berdewam kir: "Midûrê Girtîgeha Îmraliyê li min geriya û ez çûm Edlîyeya Rihayê. Li ser daxwaza wan çûn. Di axaftinê de birêz Ocalan ku ji min pirsî 'Kê tu anî? Tu çawa hatî? Tu bi gotina kê hatî? Min jî bersiv da. Wî jî got 'Hatina te ne rast e û ya dewlet jî dike ne rast e. Dewlet divê li gorî zagonên xwe gavan biavêje. Divê hevdîtin fermî be. Ev ne rast e nayê qebûlkirin. Divê parêzerên min werin cem min.' 3-4 deqîqeyan em axivîn û telefon qut bû. Ev ne însanîye, ne qanunî ye, em vê yekê qebûl nakin."
 
'CPT ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE' 
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku ev salek e ji Ocalan tu agahî nayên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di cîhanê de mînakê vê tecrîdê tune ye. Ne parêzer ne malbat saleke agahî nastînin. CPT şirîkê vî sûcî ye. Ev tişt nayê qebûl kirin. Dewlet dibêje qanûnên min hene lê wan bin pê dike. Salekê em agahî ji birêz Ocalan nastînin, lê Serokkomarê tirk derdikeve li ser navê birêz Ocalan şiroveyan dike. Em ê çawa vê qebûl bikin? Hevdîtina ma ne fermî bû. Birêz Ocalan got ku 'dewlet xelet dilîze'. Ev xeletî saleke berdewam dike. Li Tirkiyeyê ji bilî HDP'ê û çend partiyên bi HDP'ê re dimeşin, tu kes nabêje çima agahî ji 4 mirovan tune ye? Ji bilî Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) tenê tu sazî dengê xwe bilind nakin û nabêjin ev çiye? Ev pir şerm e. Yên ku dixwazin bi rêya kurdan bibin desthilat nikarin Îmraliyê nebînin."
 
'DIVÊ HER KES GUH BIDE DENGÊ NEWROZÊ' 
 
Mehmet Ocalan bal kişand ku bi milyonan mirov ji fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bi bandor bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Birêz Ocalan îradeya gelê kurd e. Di Newrozê da milyonan kesan ev bi dengekî bilind anîn ziman. Ji 7 salî heta 70 salî herkesê li qadan azadiya birêz Ocalan xwestin. Tenê Serok Apo dikare Pirsgirêka Kurd çareser bike. Di cîhanê de herkes vê yekê dizane. Ev ji bo dewletê ezmûneke. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Bila tu kes muxababên sûnî çênekin. Divê deriyê Îmraliyê were şikandin. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e. Li her cihî kurdan û dostên wan li qadan bang kirin û gotin 'êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e'. Divê her kes guh bide dengê ji Newrozê bilind bûyî." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

24/03/2022
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê