NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ragihand ku ji bo cenazeyê Şervan Can Guder ê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, wesayîta cenaze nehatiye dayîn.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ragihand ku ji bo cenazeyê Şervan Can Guder ê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, wesayîta cenaze nehatiye dayîn. Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê Twîtterê Wezîrê Dadê Beîkîr Bozdag etîket kir û got: "Çima hûn karên wisa dijî mirovahiyê dikin?"