Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin

img
AMED - Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku tevî astengiyan jî zêdetirî milyonekî kes barikat hilweşandin, tevlî pîrozbahiyê bûn û da zanîn ku bi milyonan kes xwedî li Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan derketin. 
 
Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, têkildarî Newroza bi heybet a 21'ê Adarê ya li Amedê, li otela New Gardenê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag û Remziye Tosûn jî tevlî civînê bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan ê ewilî di civînê de axivî, anî ziman ku di Newrozê de gel dîmenekî dîrokî nîşan da û got: “Ji bo vî dîmenê ku hêviyê dide civakê, em spasiya gelê Amedê dikin ku bendewariya hin kesên ku li benda lawaziya Newrozê bûn, têk bir. Xwediyê vê Newrozê gelê me ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê destpêkê got 'me destûr da', piştre jî bi qedexekirinê wê bigotina 'Binerin kes xwedî li HDP'ê derneket'. Dixwazin ku 50-100 hezar kes tevlî bibin. Hêzeke mezin li Amedê civandin. Bi deh hezaran polîs li kolanên Amedê bi cih kirin. Gel ji bo xwe bigihîne qada Newrozê neçar ma ku ji 4-5 nuqteyên kontrolê derbas bibe. Yên xwestin biçin qadê 4-5 saetan hatin rawestandin û piştre karîbûn xwe bigihînin qadê. Dema ku israr û biryardarî dîtin, hin derî bi temamî girtin û ketina li qadê qedexe kirin. Êrişî gel kirin. Bi gazê, bi ava şid êriş kirin û bi copan li mirovan xistin. Bi sedan kes binçav kirin. Tevî her tiştî jî nekarîn li pêşiya milyonek mirovî bibin asteng.”
 
‘KES NIKARE ÎRADEYA GELÊ ME BIŞIKÎNE’
 
Ceylan, diyar kir ku rewşeke bi heman rengî li derdora dikê qewimî û wiha berdewam kir: “Bi sedan polîs li derdora dikê bi cih kirin ji bo em nikaribin karê xwe bikin. Ev dîmenekî provokatîf bû. Eger em ne bi sebir bûna wê tehlûkeyeke mezin rû bida. Ew ê jî nikarîbûna ji binî rabin. Em ji gelê Amedê re minetdar in. Hem astengî, zext, destgîrkirin û girtin red kirin hem jî zemînê provokatîf pûç kirin. Yên ku digotin 'Em ê îradeya gelê Amedê bişikînin', gelê Amedê peyama 'Kes nikare îradeya gelê Amedê bişikîne' da. Ev dîmen dîmenekî ji rêzê nîne. Bi ruhê serî natewîne yê bi milyonan Amediyan ev dîmen hate afirandin.”
 
Ceylan, bi bîr xist ku 6-7 sal in zext li ser siyaseta demokratîk hene û wiha bi lêv kir: “Êrişî ziman, çand û hebûna me kirin. Lê belê weke encam, ev êriş li Newrozê pûç bûn. Kurd û dostên wan di vê Newrozê de bi îradeyeke mezin xwedî li hêviya aştiyê û siyaseta demokratîk derketin.”
 
Ceylan, bi bîr xist ku partiyên Tifaqa Kurdistanî di 10'ê Adarê de bi deklarasyona Newrozê daxwaza rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, azadiya û yekîtiya kurdan, azadiya perwerdeya bi kurdî û berdana girtiyên nexweş kir û destnîşan kir ku di Newrozê de xwedî li van daxwazan hate derketin. 
 
‘DIVÊ TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ RAKIRIN’
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku tevî her cûre provokasyonan jî Newroz hate pîrozkirin û wiha got: “Gelê me li her derê tevlî pîrozbahiyan bû û xwedî li deklarasyonê derket. Li dijî şer, nîşan da ku îradeya aştiyê çiqasî xurt e. Bû Newrozek wisa ku polîtîkaya tecrîdê û ya li ser girtîgehan hatiye pûçkirin. Îradeyeke wisa li qada Newrozê ya Amedê hate nîşandan ku divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, girtiyên siyasî hemû bêne berdan û pirsgirêka kurd ne bi şer lê bi rêya aştiyê û danûstandinan bê çareserkirin.”
 
‘ASTENGIYAN BERIYA NEWROZÊ DEST PÊ KIRIN
 
Endamê Meclîsa HDP’ê parêzer Serhat Eren jî diyar kir ku astengiyan beriya Newrozê dest pê kirine. Eren, da zanîn ku li Erxeniyê di dema pîrozbahiyê de gelek kes hatin destgîrkirin û got:  “Beriya Newrozê 24 jin hatin binçavkirin û 11 ji wan hatin girtin. Derbarê 36 siyasetmedar û jinên di nav xebatan de ne biryara girtinê hate dayîn û 17 ji wan hatine binçavkirin. Rojek piştî Newrozê beriya ku wan bibin edliyeyê, ji ser meseleyeke biçûk a ku wê li dozgeriyê jî îfadeya wan neyê stendin hatin binçavkirin û piştre hatin berdan. Bi vî awayî nehiştin ku hevalên me tevlî Newrozê bibin.”
 
‘PARLAMENTER JI BER CILÊN XWE HATIN ASTENGKIRIN’
 
Eren, qala astengiyên li bendên kontrolê yên têketinên qada Newrozê kir û diyar kir ku ji ber cilên neteweyî û bandajan polîsan nehiştin ku gelek kes têkevin qadê û bi heman hincetan gelek kes hatin binçavkirin. Eren, diyar kir ku parlementerên ji Herêma Kurdistanê ya Federal hatine, ji ber cilên xwe yên rojane li xwe dikirin, demeke dirêj hatine astengkirin. Eren qala civîna li Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya beriya Newrozê jî kir. 
 
Eren, diyar kir ku di wan civînan de ji bo ku gel bi hêsanî têkeve qadê wê qaşo bendên kontrolê bihatina zêdekirin lê bal kişand ser vî tiştî ku rewşeke berovajî vî tiştî derketiye holê. Eren bi bîr xist ku mirov li bendên kontrolê kom bûne, polîsan zemîna provokasyonê ava kirine, bi jop û gazê mudaxeleyî mirovan kirine û got : “Ligel vî tiştî jî mirovan xwestin têkevin qada Newrozê.”
 
Eren, bi lêv kir ku di pratîkê de Newroz hatiye qedexekirin, di roja Newrozê de 500 kes hatine binçavkirin û 80 ji van kesan jî zarok in. Eren diyar kir kesên hatine destgîrkirin polîsan ew birine qereqolên cuda û bi saetan li ber hewaya sar dane sekinandin. Eren diyar kir ku wê di rojên pêş de raporeke berfireh amade bikin. Eren bal kişand ser vî tiştî ku hinek zarok êvarî û hinek zarok jî bi şev piştî stendina nimûneya xwînê, ji aliyê dozgeriyê hatine berdan.
 

Sernavên din

24/03/2022
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê