Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye

img
STENBOL - Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku doza wan dozeke kompasê ye û wiha got: “Em dixwazin vê bibêjin; em kesên ku bi girtin û lêdana cendirme û polîsan terbiye dibin nînin.” 
 
Danişîna 5’an a doza bi îdiayên “Rêveberiya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê” derheqê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz û 19 kesên din de hatiye vekirin, li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişîna dozê de ku li Girtîgeha Sîlîvriyê hate dîtin, Selçûk Kozagaçli, Barkin Tîmtîk, Oya Aslan û Ozgur Yilmaz jî amade bûn. Li gel parêzeran, gelek serokên baroyan û hiqûqnasan jî danişîn şopand. 
 
Di danişînî de kesê bi navê Mûrat Sûr ku di dosyayê de weke “şahid” hatibû destnîşankirin axivî. Îfadeyê Sûr li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatibû girtin û îfadeyê wî ji hêla dozgeriyê ve li dosyayê hatibû zêdekirin. Sûr, diyar kir ku daxwazeke wî ya weke “poşmaniya karîger” ji 32’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê çênebûye lê tevî vê yekê jî hêzên ewlekariyê girtek girtine û haya wî jî piştre jî ji vê rewşê çêbûye. Sûr, da zanîn ku di dema kar û barên îfadegirtinê de parêzer amade nebûn, parêzer piştre hatiye û îfade îmze kiriye, îfade beriya ku were xwendin hatiye îmzekirin, tiştên ku wî negotibûn li îfadeyê hatine zêdekirin û wî jî ev yek piştre ferq kiriye. Derheqê parêzeran de jî Sûr wiha got: “Parêzeran ji min wiha pirsî; ‘Gelo parêzer Barkin Tîmtîk û Ebrû Tîmtîk li girtîgehê hatibûn serdana te yan na?’ Min jî got; ‘erê.’ Ew parêzerên min in. Ji ber ku wê demê parêzerên min bûn. Lê min di îfadeya xwe de negot; ‘li ser navê rêxistinê fermanan didin min.’” 
 
DELÎLÊN SEXTE 
 
Ji parêzeran Dervîş Emre Aydin di parastina xwe de destnîşan kir ku bi rêyên derqanûnî delîlên sexte hatine amadekirin. Parêzer Oguzhan Topalkara jî got ku ew girtina hevalên xwe qebûl nakin, dozgerê ku îdianameya dozê amade kiriye qaçax e û xwest ku hevalên wan bên berdan. 
 
‘DOZA KOMPASÊ’
 
Piştre Selçûk Kozagaçli mafê axaftinê girt û wiha got: “Şêweyê lêpirsîna ku 33’yemîn Dadgehên Cezayên Giran a Stenbolê derheqê min de vekiriye, şêweyeke kompasê ye. Ev doz, doza kompasê ye. Îtîrafkar û parêzerê kadro yê TEM’ê Suleyman Taşbaş, bi vekirî got ku beriya bikeve îfadeya kesên li TEM’ê di bin çavan de, îfadeyên wan îmze kirine û pere wergirtine. Taşbaş, niha girtî ye û ji parêzertiyê hate avêtin. Hemû şahid jî di gelek dosyeyan de hatin perwerdekirin û bûn şahid. Dosyaya 33 ACM, kompasa derheqê buroya me de vedibêje. Dema di girtîgehê de min bavê xwe winda kir û niha jî xesûya min nexweş e. Em jî vê dibêjin; em ne ew kesin ku bi girtinê û lêdana cendirme û polîsan terbiye bibin. Em bi birçîhiştinê terbiye nabin. Me Ebrûya xwe winda kir di vê dosyayê de.” 
 
Parêzer Oya Aslan jî xwest ku azadiya wan a hatiye xespkirin bila dîsa li wan were vegerandin. Parêzer Barkin Tîmtîk jî destnîşan kir ku baweriya wî bi dadgeh û pergala darazê nayê. Di danişînê de parêzer Ozgur Yilmaz jî daxuyand ku ew tu caran teslîm nebûn û dê teslîm nebin jî. 
 
Şandeya dadgehê piştî navberekê kin, biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku rewşa girtî ya Kozagaçli, Tîmtîk, Yilmaz û Aslan berdewam bike  û danişîna dozê taloqî 1’ê hezîranê kir. 
 

Sernavên din

24/03/2022
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê