Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!

img
STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girava Îmraliyê ya 49 mîlan dûrî Bûrsayê ye, bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ji 25'ê Adara 2021ê heya niha tu xeber ji Ocalan nayên girtin û hem serlêdanên malbatê û parêzeran jî an bêbersiv tên hiştin an jî tên redkirin. 
 
HEVDÎTINA HERÎ DAWΠ
 
Ocalan, cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'î de bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Piştî fikarên derbarê ewlehî û tenduristiya wî de zêde bûn, vê carê birayê wî Mehmet Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivî. Mehmet Ocalan bi qasî 4-5 deqeyn bi telefonê bi Ocalan re axivîbû û paşê telefon hatibû qutkirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Mehmet Ocalan re gotibû: "Hem tu hem jî dewlet şaşiyê dike. Ji lew re saleke hevdîtin çênabin. Tişta niha tê kirin ne di hiqûqa dewletê de heye ne jî di hiqûqeke din de. Hatina te şaş e û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştekî rast e. Ger hevdîtin çêbibe, divê di çarçoveyeke hiqûqî de bê kirin. Piştî salekê li gor dilê xwe bi telefonê hevdîtinê dikin, ev nabe. Tişta hûn dikin pir şaş e. Hem dewlet, hem jî hûn şaşiyê dikin. Ev ne hiqûqî ye, ne rast e. Ev nayê qebûlkirin. Her wiha tiştekî pri talûke ye jî. Ma hûn dizanin hûn çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min bên vira, hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal ine z li vira me. Ev mesele dê di pêşerojê de çawa be? Ev mesele dê bi hiqûqê bê çareserkirin. Çima nayên vira? Ger hevdîtin çêbibe, divê bi parêzeran re çêbibe. Ji lew re ev tişt hem siyasî hem jî hiqûqî ye." 
 
Piştî vê hevdîtinê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin. 
 
147 SERLÊDANÊN PARÊZERAN
 
Piştî hevdîtina bi telefonê ya di 25'ê Adarê de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin, 147 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê heya niha çi bi erênî çi jî bi neyînî serlêdanên parêzeran nehatine bersivandin. Malbat jî piştî 25'ê Adara 2021'ê big iştî 49 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye, lê serlêdanên malbatê jî wekî yên parêzeran nehatine bersivandin. 
  
CPT
 
Parêzer piştî ku serlêdanên wan nehatin bersivandin di 27'ê Tîrmehê de serî li CPT'yê dan. Parêzeran di serlêdanê de xwest qedexeya hevdîtinê ya ji bo hevdîtin parêzeran, malbatan û hevdîtina bi telefonê bi dawî bibe. 
 
Her wiha ji ber nebersivandina serlêdanên parêzeran û malbatan ên piştî hevdîtina bi telefonê ya 25'ê Adarê, parêzeran ji bo Ocalan û muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza "demildest hevdîtin" di 22'yê Mijdarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin bi awayekî fizîkî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Dadgeriyê di 23'yê Mijdarê de serlêdana parêzeran û malbatan bersivand û bi hinceta 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û 3 meh jî cezayê qedexekirina hevdîtinê ya bi malbatan re, serlêdan red kirin. 
 
HEWILDANÊN PARÊZERAN
 
Parêzeran di 23'yê Mijdarê de bi daxwaza "demildest hevdîtin" serî li Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê jî dan. 
 
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ku di 23'yê Mijdarê de serlêdana "demildest hevdîtin" a parêzeran bersivand, diyar kir ku derbarê Ocalan de du qedexeyên hevdîtinê yên nû hene û ji ber vê serlêdana ji bo hevdîtinê red kir. Dadgeriyê, di biryara xwe de diyar kir ku di 12'ê Cotmehê de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran û di 18'ê Tebaxê de jî 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn, lê ranegihand ku hinceta van biryaran çi ye. 
 
BÊDENGIYA AYM'Ê
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24'ê Kanûnê de jî bi daxwaza tevdîrgirtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê belê AYM'ya ku diviyabû di nava 3 rojan de di warê "tevdîrgirtinê" de biryarekê bide, serlêdana parêzeran di 12'ê Çileyê de red kir. Her wiha AYM'ê biryara xwe ya redkirinê jî di 31'ê Çileyê de teblîxî parêzeran kir. Di biryarê de hatiye diyarkirin ku serlêdêr di warê xizmeta tenduristiyê de xwedî derfet in, li ber hevdîtina wan a bi parêzeran û malbatê re hin sînor hene û ji bo jiyana wan tu talûkeyek tune ye. 
 
GILIYÊ HSK'Ê KIRIN, SERÎ LI CPT'YÊ DAN
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, her wiha ji ber nebersivandina serlêdanan li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dadger û dozgeran jî kirin. Di 24'ê Kanûnê de jî careke din serî li CPT'yê dan û di serlêdanê de diyar kirin ku ji 25'ê Adarê ve xeberê ji Girava Îmraliyê nagirin û xwestin CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bike. 
 
BANG LI NY'YÊ KIRIN
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî ji bo "çalakiay lezgîn" di 3'yê Sibatê de serî li Raportoruya Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan û do serlêdanê de îşaret bi xala 7 û 10'an a Peymana Mafên Medenî ya NY'yê kirin û xwestin Raporturuya Taybet Îşkenceyê ya NY'yê demildest tevbigere. 
 
Tecrîda li Îmraliyê ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha gihaştiye asteke hîn dijwartir. Ji 25'ê Adarê ve li Girava Îmraliyê ya 49 mîlan dûrî Bûrsayê ye, hiqûqa neteweyî û navneteweyî tiştekî nake. 
 
MA/ Ferhat Çelîk

Sernavên din

24/03/2022
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê