Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin

img

AMED - Welatiyên ku tevlî Newroza bi çoş a Amedê bûn, destnîşan kirin ku aştî û çareserî bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e. 

Newroza Amedê ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin zêdetirî milyonek kes tevlî bûn. Rexmî hemû astengiyan jî di saetên serê sibehê de bi hezaran kes bi kincên xwe yên heremî herikîn qada Newrozê û bi dûrişmeya "Bijî serok Apo" azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest. 
 
'OCALAN RÊBERÊ ME YE'
 
Ebedîn Aktaş, destnîşan kir ku Newroza îsal diyarî Ocalan hatiye kirin û wiha got: "Newroza me ya îsal tê wateya azadiya Rêberê me. Di şexsê Rêberê me de Newroz tê wateya biratiya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe ne aştî tê Rojhilata Navîn ne jî gelê kurd azad dibe. Heta dawiyê em azadiya Rêberê xwe diparêzin. Çi dixwazin zextan bikin bila bikin em ê dev ji doza xwe bernedin. Abdullah Ocalan rêberê me ye û vîna me ya siyasî ye. Em ê vê hê bêtir bînine ziman."
 
'EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Aktaş, bi lêv kir ku heta ku tecrîd ranebe wê aştî neyê sazkirin û wiha domand: "Heta ku ev tecrîda mutleq ranebe bi tu awayî aştî nayê dinyayê. Parastina mafê Rêbertî tê wateya parastina azadiya gelê kurd û Kurdistanê. Azadiya Ocalan biratiyan hemû gelan e. Tişta ku bikeve ser me em amade bikin. Wê gelê kurd tecrîd bişikîne. Ev sal sala azadiyê ye. Wê ev sal azadiya gelê kurd û Rêbertiya me bîne."
 
'SEDAMA TEKANE AZADIYA OCALAN E'
 
Mûhammed Pinar ku bertek nîşanî astengiyên li qadê da ev tişt anîn ziman: "Newroz kevneşopî û rengê me ye. Em ê dev ji doza xwe bernedin. Bila Newroz ji girtiyen me re azadî bîne. Sedema me ya tekane ya li van qadan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan e. Ya wê bê berdan an wê berdan."
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Mûrak Çetîn ku qala dîroka Newrozê kir, ev tişt gotin: "Em ê Abdullah Ocalan azad bikin. Em ji bo vê bi hêvî ne û em ê vê hêviya xwe winda nekin. Ew çiqas me asteng dikin bila bikin em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Em ê wan bi têkoşîna xwe bi pelçiqînin. Roja wan qediya. Ji azadiya me re hindik ma."
 
Mevlut Kiliç jî wiha axivî: "Me serî ji vê faşîzmê re netewand û em ê netewînin. Weke ciwanên kurd ji bo azadiya Kurdistan çi bikeve ser milê me em amade ne bikin."
 
'WÊ AGIRÊ NEWROZÊ VENEMIRE'
 
Kemal Guzel, bal kişand ser zextên li dijî gelê kurd û û got ku wê agirê Newrozê yê li dijî zextan venemire û ev tişt anî ziman: "Ev agir agirê Kawayan, Mezlûman, Kemal Pîran, Denîz Poyrazan û Kemal Kûrkûtan e. We tacirî nikaribin agirê newrozê vemirînin. Em dixwazin li xaka xwe azad bijîn û em di vê doza xwe de mafdar in. Dema em hatin vê qadê jî zext û tundiyê pêk anîn."
 
AZADIYA ZIMAN
 
Medîne Aydin, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û xwest ku qedexeyên li ser ziman bi dawî bibin û wiha got: "Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin zimanê me yê zikmakî azad be. Em zextan naxwazin."
 
Jina bi navê Yasemîn Sogut jî da zanîn ku zextên ku di 8'ê Adarê de li wan hatine kirine di Newrozê de jî li wan hatine kirin û wiha axivî: "Di roja jinan de û di Newrozê de jî jin bi erdê ve tên kaşkirin. Di dîroka dinyayê de zilmeke wiha tune ye. Jinên kurd bi salan e van zextan dikişînin, êdî bes e. Em ê heta kuderê vê zilmê bikişînin. Serê me bi Rêbertiya me mezin e. Em serbilind in. Wê dayikên kurd biserkevin."
 
DAXWAZA MUAZEKEREYAN 
 
 
Muhsîn Tarhan ku xwest ku bi Ocalan re muzakere bên destpêkirin jî ev tişt anîn ziman: "Em Newroza 50 saliyê ya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Heta ku Rêbertî azad nebe wê ev gel azad nabe. Em di vê ferqê de ne. Ev Newroz Newroza Rêbertiya me ye. Em li bendê ne ku dewlet bi Rêbertiya me re li ser meseya muzakereyê rûnê. Di rewşeke berovajî de wê gelê kurd bi berxwedanê vê bigire. Ocalan, yek serokên herî baş ên ku heta niha hatine û çûne ye. Abdullah Ocalan serokek gerdûnî ye. Serokê aştiya hemû dinyayê ye. Bêyî Rêbertî aştî nayê dinyayê."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/03/2022
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê