Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt

img
ŞIRNEX - Berdevka Meclisa Jinan a Şirnexê Ayşe Acar Başaran di pîrozbahiya Newroza Şirnexê de anî ziman ku tevî operasyonên qirkirina siyasî jî gelê Şirnexê gavek jî paşve neavêtiye. 
 
Tevî barîna berfa zêde jî bi hezaran welatiyên Şirnexê herikîn qada Newrozê û pîrozbahiya xwe li dar xist. Pîrozbahiya Newrozê li Xaçerêya Pêşesaziyê hat lidarxistin û pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz, serhildana azadiyê ya jinan e” û “Werin em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” hatibûn daliqandin. Qada pîrozbahiyê bi alan hatibû xemilandin û jin, ciwan û zarok bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Kesên diketin qada pîrozbahiyê, yek bi yek li bendên kontrolê li lêgerînê re derbas bûn û wisa ketin qadê. Ji heft salî heta heftê salî, xelkê Şirnexê ji saetên serê sibehê ve herikî qada Newrozê. Balkêş bû ku pîrejin û pîremêrên bajêr beriya her kesî hatin qada Newrozê. Tevî ku hewa gelek sar bû jî xelkê Şirnexê bi coşeke mezin qada Newrozê tije kir. 
 
SIRÛDA ÇERXA ŞOREŞÊ HATE XWENDIN
 
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Çerxa Şoreşê hate xwendin. Bi xelasbûna sirûdê re girseyê dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştre jî xelekên govendê hatin gerandin û coşa girseyî her ku çû zêdetir bû. Partiya Kesk û Çep, Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Hevşaredarên Gundikê Melê û MEBYA-DER’ê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê gelek caran dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. Tevî barîna berfa zêde jî coşa girseyê qet daneket. 
 
‘XELKÊ ŞIRNEXÊ BERSIVA XWE DA’
 
Di pîrozbahiyê de Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê Kamûran Demîr anî ziman ku gel dê di Newrozê de ji bo yekitiya neteweyî peyameke girîng bide û lewma jî divê peyameke xurt bê dayîn. Hevserokê HDP’a Şirnexê Sebahattîn Denîz jî ji ewil kesên di Newroza 92’yan de hatine qetilkirin bi bîr anî û da zanîn ku dê bi baweriya aştî, azadî û demokrasiyê heta dawiyê li ber xwe bidin. Denîz, destnîşan kir ku xelkê Şirnexê bi pîrozbahiya Newrozê peyameke herî baş didin kesên dixwazin HDP’ê bigirin. 
 
ÎMÎR: DÊ NEKARIN ENCAMÊ BI DEST BIXIN 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di pîrozbahiyê de coş û kelecana xelkê Şirnexê silav kir û wiha got: “Li dijî kesên vîna gelê kurd înkar dikin, li dijî tecrîda li girtîgehan, kesên dixwazin partiya me nas nakin û li dijî kesên ku hebûna kurdan red dikin bersiva herî xurt e. Gelê kurd, li dijî faşîzm û tecrîda AKP-MHP’ê seknekî xurt raber dike. Bila hemû kes vê qadê bibîne û bizane ku em kurd in û em bi kurdbûna xwe serfiraz in. Çi dikin bila bikin lê dê nekarin encamekî bi dest bixin.” 
 
BAŞARAN: ŞIRNEXÊ PAŞ DE GAV NEAVÊT 
 
Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û ev tişt anî ziman: “Xelkê Şirnexê di bin vê berfê de bi dilgermiya xwe, bi sekna xwe qada Newrozê germ kir. Hevalên me di Newroza 92’yan de li dijî faşîzm, zext û zilmê serî rakir û jiyana xwe ji dest dan. Em bi wan serbilind in. Serê me bi Mehmet Tunç, Zekiye, Binevş, Rahşan û Asya Yukselan bilinde û bi wan serfiraz in. Berxwedan û têkoşîna wan rêya me ronî dike. Li dijî kesên dibêjin; ‘kurd tune bûn û taqet tê de nema ye’, ev qada bersiva herî xurt e. Tevî hemû operasyonên qirkirinên siyasî jî gelê Şirnexê tenê yek gav jî paş de ne avêt.”
 
‘OCALAN HÊVÎ DÎSA ZINDÎ KIRIN’ 
 
Bi domdarî jî Başaran da zanîn ku siyaseta qirkirinê ya li ser gelê kurd tê meşandin, girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha derbirî: “Newroza 2013’an hêj jî di bîra me de ye. Birêz Ocalan, bi nameya xwe hêviyên gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn zindî kir. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd nîşan da. Lê tifaqa şer ev yek paşguh kir û tecrîd girantir kir. Em ji bo azadî, ziman û nasnameya xwe têdikoşin. Em li vir careke din bang dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Kesekî nekarî bi vê polîtîkaya tecrîdê encamekî bi dest bixe û dê bi dest nexe jî. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dibe û pirsgirêka kurd tê çareserkirin jî dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Çawa ku li Rojava bi pêşengtiya jinan şoreş pêş ketibe, em jî dê bi pêşengiya jinên Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû ava bikin.”
 
AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN
 
Piştî axaftinan, Ayşe Acar Başaran, Nûran Îmîr û Dayikên Aştiyê bi hev re agirê Newrozê vêxist. Piştî vêxistina agirê Newrozê, tevî barîna zêde ya berfê jî Koma Hîvron û hunermend Şiyar Berwarî derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên hunermendan xelekên govendê gerandin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
 

Sernavên din

21/03/2022
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn