Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin

img

ÎDIR - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, li Îdirê ku agirê Newrozê lê hat vêxistin, diyar kir ku ji bo komereke demokratîk wê meşa xwe ya di Rêya Sêyemîn de berdewam bikin û ev tişt got: "Kurd çok danaynin, me biryardariya xwe ya li dijî zilmê ya bi dehan salan careke din nîşan da." 

 
Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Îdirê bi beşdariya hezaran kesan pêk hat. Pîrozbahî li qada Kiliçlar a 8 km dûrî navenda Îdirê hat lidarxistin. Di saetên serê sibehê de bi hezaran kesî berê xwe dan qada Newrozê. Jinên Îdirî bi cil û bergên xwe yên xweser ên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de yek ji mijara bal dikişand ser xwe jî hejmara ciwanan bû. Tevî ku li bajêr berf dibare jî bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û li ber def û zirneyan govend gerandin. Bi taybet jî gelek kes ji gundan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatin daleqandin. 
 
'RÊYA ME DIRÊJ E FIKRA ME MEZIN E' 
 
Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir û bi yekdengî herkesî dûrişmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Îdirê Suleyman Serhat axivî û xêrhatina beşdarên Newrozê kir. Piştre Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk axivî. Çelîk, siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û destnîşan kir ku rêya wan a têkoşînê dirêj e û fikra wan mezin û giran e. 
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Piştî Çelîk Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Bahîp Eksîk jî axivî û bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û derbarê mijarê de ev tişt got: "Li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd li dijî gelê kurd e. Deriyên Îmraliyê vekin. Bila birêz Ocalan daxwazên xwe bi awayekî aştiyane û azad bîne ziman. Divê ev tecrîd rabe û em ji bo vê têbikoşin. Wê kurd neqedin û têkoşîna xwe bidomînin. Sed sal e dixwazin kurdan tune bikin û bipişfînin. Hûn çi dikin bikin lê wê kurd neqedin."
 
TEMELLÎ: KURD ÇOK DANAYNIN 
 
Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî û wiha got: "Li dijî zilma ku bi dehan salan e didome biryardariya xwe careke din nîşan da. Cejna Newrozê ya gelê kurd ku têk naçe û çok danayne pîroz be. Em li erdnîgariya zilm û komkujiyan dijîn. Kesên ku li Helebçeyê bi hezaran kesî kuştin zilma xwe didomînin. Helebçe ne dawî ye. Lewre em ji Zilan, Dersim, Şengal û Roboskî vê dizanin. Lê rexmî van jî gelê kurd dev ji sekna xwe bernedaye. Heke ev desthilat vê zilmê li me bike divê em jî bên gelhev. Sedema zilmê xespkirina mafên siyasî û civakî yên gelê kurd in. Em ê li mafên xwe xwedî derkevin û li cem hev bin. Heta ku kurd azad nebin wê kes azad nebe. Heta ku demokratîkbûna welat pêk neyê wê aramî neyê welat. Li zilmê li me ferz dikin. Navê vê faşîzm e. Em ê vê faşîzmê têk bibin. Niha neçar mane û di destê wan de şer û tayînkirina qeyûman maye."
 
'MUXATAB BIRÊZ OCALAN'
 
Temellî, destnîşan kir ku muxatabê çareserkirina Pirsgirêka Kurd Ocalan e û ev tişt anîn ziman: "Ji bo demokratîkbûna welat divê Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Çareserkirina kurd tê wateya muzakereyane. Ji bo avakirina muzakereyan divê faşîzm têk biçe. Bila ev jî sozê me be; em ê faşîzmê têk bibin û wê meseyê deynin. Em ê Pirsgirêkê Kurd bi tevlîbûna gel çareser bikin. Ji bo hatine demokrasiya rasteqîn bê welat çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê li xaka xwe ya hevpar bên gelhev. Duh xweşkirina Çanakkaleyê dikirin. Ji vir ji we re dibejim; ew destan ne ya we ya gelê kurd û tirk e. Çanakkale eniya ku xaka hevpar lê hatiye avakirin e. Tu bi emperyalîstan re biaxive em têkoşîna xwe bidomînin. Em ê meşa xwe ya di Rêya Sêyemîn de berdewam bikin. Rêhevalên rêya sêyemîn û rojê rêya we vekirîbe." 
 
AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Gel li dora agir xelek çê kir û govend gerand. 
 
Di dawiya bernameyê de Koma Dengê Meyman û Servet Kocakaya derketin ser dikê û stran gotin û pîrozbahiya Newrozê bi kirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2022
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn