Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e

img

AMED - Şaredarê Sûrê yê berê Cezayîr Serîn ku şahidiya Newrozên bihişmet ên Amedê kiriye got: "Kurdan tim doza aştiyê kir. Heke aştî çêbibe, dê bi birêz Ocalan çêbibe." 

Ji Newroza sala 2022'yan re tenê çend roj man e. Wekî her sal îsal jî çavê her kesî li Newroza Amedê ye ku dê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê ya li navçeya navendî ya Rezanê bê pîrozkirin. 
 
Cezayîr Serîn (71) ku di 18'ê Nîsana 1999'an de ji Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) bû Şaredarê Navçeya Sûra Amedê, têkildarî pîrozbahiyên Newrozê yên ji salên 90'an heya niha ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
NEWROZÊN ÇAXÊ ZAROKATIYÊ
 
Serîn, ragihand ku hê di zarokatiya xwe de tevli pîrozbahiyên Newrozê bûye û got: "Li gundan agir dihat vêxistin. Hinan digot dê bi agir re xirabî biçin, hinan digot dê heywanên wan zêde bibin û hinan jî digot dê nexweş nemînin. Lê em ji ber ku zarok bûn me pir fêm nedikir. Paşê em hîn bûn ku Newroz roja berxwedanê û û destkeftiyeke kurdan e. Me wê çaxê bihîst ku ji bo kurdan tê wateya hebûnê û tim tê pîrozkirin." 
 
LI SÛRÊ AGIRÊ EWIL
 
Serîn, diyar kir ku piştî salên 1960'an bala wî çûye ser dîroka kurdan û bandor ji rewşenbîrên wekî Mûsa Anter girtiye. Serîn, bilêv kir ku wê çaxê tevî 4 hevalên xwe bi dizîka li Sûrê agirê Newrozê vêxistine û got: "Me li ser sûran agirê Newrozê vêxist. Wê çaxê gava te agir vêxistina û tu li cem bimana pir xetere bû. Ji lew re mirov dihatin gulebarankirin û kuştin. Me agir vêxist û em çûn me ji dûr ve lê mêze kir. Kelecana wê çaxê gelek tişt li me zêde kirin. Ev yek paşê wisa dewam kir." 
 
GURBÛNA AGIRÊ NEWROZÊ
 
Serîn, bibîr xist di salên 1980'yan de agirê Newrozê li her derî gur dibû û got: "Wateya Newrozê di van salan de derket holê. Mirov li hev kom dibûn. Heya salên 1980'yan ne pir bûna jî lê sempatiyek gel ji bo Newrozê hebû. Li hemberî feraseta ku digot 'ez ê Neworzê bitepisînim' ruhekî berxwedanê hebû. Ew ruh hîn bêtir qewî bû û ji bo kurdan veguherî sembolekê." 
 
DI SALÊN 90'AN DE AGIRÊ NEWROZÊ
 
Serîn, destnîşan kir ku her çûye Newroz veguheriye roja berxwedanê û got: "Her ku zext û zorî zêde bûne mirov di warê pîrozkirina Newrozê de hîn bêtir hemfikir bûne. Ev, di heman demê de veguherî rabûne li ber çewisandin. Newrozê her tim bîr û baweriya gelên bindest xurt kiriye." 
 
Serîn, anî ziman ku di salên 1990'an de bi avakirina Partika Kedê ya Gel (HEP) re ji bo pîrozkirina Newrosê serlêdan kirine. Serîn, bilêv kir ku serlêdanên wan ewilî hatine qebûlkirin, lê paşê hatine redkirin û got: "Me cara ewil di asta partiyê de serlêdan kirin. Serdema Suleyman Demîrel û Erdal Înonu bû. Wekîlên me hevdîtin bi Demîrel re kiribûn. Lê hat betalkirin. Lê wekî berê me tevî gel li kuçe û taxên Amedê agirê Newrozê gur kir û me bi hev re pîroz kir." 
 
Serîn, diyar kir ku gava bûye şaredarê Sûrê di sala 2000'î de ji bo pîrozkirina Newrozê serlêdan kirine û wê çaxê cara ewil "destûra" pîrozbahiyê hatibû dayîn û got: "Me pîrozbahiya herî mezin di sala 2000'î de kir. Pîrozbahiyek bihişmet bû. Cihekî 10 kîlometreyan dûrî nav bajêr (Navenda Fûar û Kongreyê) dan. Me got 'bila be.' Ew cih, cihê fûarê bû. Me qad tije kir. Her ku çû qelebalixtir bû. Wê demê mirovan hînb êtir xwe, gelê xwe û rêvebirên xwe nas kirin." 
 
Serîn, anî ziman ku heya sala 2021'ê ji tu Newrozan nemaye û got: "Her cara Newroz tê kelecanî dibim. Niha jî kelecanî me." Serîn, destnîşan kir ku herî zêde Newroza 2013'an ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin, ew kelecanî kiriye û got: "Newroza herî bi kelecan Newroza ku nameya birêz Ocalan tê de hat xwendin, bû. Atmosfera aştiyê hebû. Her kes bi kelecan li bend daxuyaniyê wî bû. Bi milyonan kes li qadê bû. Lihevkomkirina ev qas mirovî karekî pri zehmet e. Li cîhanê tiştekî wiha pir kêm e. Daxwaza kurdan tu carî neguherî. Paş de gav neavêtin. Ji lewra têkoşîneke mafdar e têkoşîna wan."
 
BANGAWAZÎ
 
Serîn, ji bo Newroza îsal jî got: "Ez bi rêya we bang dikim; werin em aştiyê çêbikin. Bila Newroza îsal bibe 'Newroza Aştiyê'." 
 
MIFTEYA AŞTIYÊ
 
Serîn, destnîşan kir ku dê di pîrozbahiyê îsal de jî doza azadiya fizîkî ya Ocalan û yekîtiya neteweyî bê kirin û got: "Heger li vî welatî doza ştiyê bê kirin, ew ancax bi Birêz Ocalan pêkan e. Aştî pir biqîmet e, şer rûxandin e. Ê aştî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê ne Erdogan, Ocalan e. Ocalan, dê bi aştiyê vê yekê bike." 
 
Serîn, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Newroz divê bibe munasebata yekîtiya kurdan jî û got: "Êdî kurd hebû dikarin bibin yek. Gel doza yekîtiyê dike." 
 
MA / Ergîn Çaglar 

Sernavên din

19/03/2022
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin