‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir

img

AMED - Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vural derheqê serdana Kiliçdaroglu ya Amedê de got ku heke neyê astengkirin, dibe ku di pirsgirêka kurd de hinek pêşketin çêbibin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku bi gotinên Kiliçdaroglu yên ji bo çareseriyê qaneh nebûye.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya serdanên “hevdîtinên hevhelalkirinê” de, di 10-11’ê Adarê de hatibû Amedê. Kiliçdaroglu, di nava du rojan de çû serdana esnafên Sûrê û weke mêvanê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) jî bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî re hevdîtin kir. Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vûral û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî serdana Kiliçdaroglu ji ajansa me re axivîn. 
 
VURAL: BI DEMÊ RE EM Ê BIBÎNIN
 
Mehmet Vural bi bîr xist ku di demên berê de jî Kiliçdaroglu ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çendek soz dabûn û wiha got: “Me gelek siyasetmedar dîtin ku di vê mijarê de soz dan û piştre jî soza xwe ji bîr kirin. Lê gotinên Kiliçdaroglu bo min bêhtir jidil hatin. Bêguman hinek tişt hene ku dikare bike û yên nikare bike jî hene. Nizanim bê ka dê bikare gotinên xwe bi cih bîne yan na. Gelo dê qadroyên wî bihêlin ku van sozên xwe bi cih bîne yan na, ew jî diyar nîne. Ev yek dê bi demê re zelal bibe.” 
 
GOTINÊN KILIÇDAROGLU
 
Bi domdarî Vural anî ziman ku gotinên Kiliçdaroglu eleqeya xwe bi hilbijartinê re jî heye û wiha domand: “Lê ev gavên CHP’ê dê bandorê bike. Mirov dikare bibêje ku li herêmê eleqeyek bo CHP’ê heye. Ji ber fikrên wan ên derheqê kurdan de, dê dengên AKP’ê jî bikevin. Got ku pirsgirêka kurd heye, wan ev pirsgirêk paşguh kiriye û divê li meclisê bê çareserkirin. Ev peyam, peyamên erênî ne. Nizanim bê ka dê hêza wî bi têrî çareserkirina pirsgirêkê bike yan na lê heke neyê astengkirin, baweriya min heye ku dê pirsgirêka kurd çareser bike.” 
 
EREN: KONSENSUSEKE NÛ LI ENQEREYÊ HEYE
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî beşdarî civînê bûbû. Eren, ji ewil bal kişand ser gotinên Kiliçdaroglu ku digot; “Rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe” û ev tişt anî ziman: “Gelek siyasetmedarên cuda ev gotin ji berê de kiribûn. Erdogan jî yek ji wan e. Kurd, êdî hînî van gotinan bûne. Di gotinên Kiliçdaroglu de diyar dibe ku konsensûseke nû li Enqereyê heye. Lê di nava 6 partiyên muxalefetê de HDP nîne ku kurd gelemperî dengê xwe didin wê. Ev yek nîşan dide ku dibe gotinên Kiliçdaroglu tenê parçeyeke stratejiya hilbijartinê be.” 
 
‘EZ QANEH NEBÛM’
 
Eren, got ku Kiliçdaroglu qet qala pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê û nûnertiya kurdan nekiriye û wiha derbirî: “Tayînkirina qeyûman û rakirina parêzbendiyan rexne kir. Dema pirsa; ‘wê demê we çima ji bo rakirina parêzbendiya Demîrtaş got erê’ hat kirin jî, bersiveke wisa neda ku kesek qaneh bibe. Got ku partiya desthilatdar dê ev mijar li dijî wan bi kar bi aniya lewma gotine erê. Dibe ku ev stratejiyeke hilbijartinê be lê divê partiyeke xwedî îdiaya azadî, demokrasî û hiqûqê bi van fikaran tevnegere. Nexwe hûn bi erêkirina vê biryarê re dibin şirîkê wî sûcî. Tifaqa Millî ku CHP’ê ava kiriye hîç qala pirsgirêka kurd nake lê Kiliçdaroglu dibêje ku dê pirsgirêka kurd çareser bike. Dema me ev pirs jê kirî jî nexwest bersivê bide. Ez bi xwe qaneh nebûm ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin.” 
 
HEVHELALKIRIN Û HESABPIRSÎN
 
Nahît Eren wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybet jî helwesta wî ya derheqê hevhelalkirinê de bo min qet rast nehat. Ev mijareke girînge lê tişta ku ew qala wê dike tenê xwestina lêborînê ya ji malbatan e. Li gorî me hevhelalkirin ev e; divê pêşî li polîtîkaya necezakirinê bê girtin û kesên ev sûc kirine bên darizandin. Divê wijdana civakê rehet bibe. Yek ji encama herî girîng a hevrûbûnê ew e ku êdî kesek cisaret neke wî sûcî bike. Lê Kiliçdaroglu tenê bi qebûlkirina xeletî û kêmasiyên dewletê û xwestina lêborînê ya ji malbatan re bisînor dihêle. Bi vî rengî dê tu carî hevhelalkirineke rast û hesabpirsînek çênebe. Di halê hazir de xuyaye ku kurd dê encama vê pêvajoyê diyar bikin. Lewma jî her du tifaq dixwazin dengê kurdan bigirin. Jixwe yek ji armancên Kiliçdaroglu ya hatina Amedê jî ev bû. Ev gotin, gelemperî beriya hilbijartinê tên kirin û piştî hilbijartinê jî tên jibîrkirin.”
 

Sernavên din

16/03/2022
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin