NAVENDA NÛÇEYAN - TBB'ê derbarê salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî.
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), derbarê 34'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyeke nivîskî da. TBB'ê qurbaniyên komkujiyê bi van gotinan bi bîr anî: "Di 34'emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê ku weke rûpelê şermê derbasî dîroka mirovahiyê bûye û bûye sedema mirina piranî jê jin û zarok bi hezaran mirovan û birîndarî û nexweşîna bi deh hezaran mirovan de kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û bi rêzdarî bîr tînin û xwedê rehma xwe li wan bike."
Di berdewamê de jî Yekitiyê, destnîşan kir ku li dijî binpêkirinên mafên hemû mirovan serweriya hiqûqê û mafê jiyanê biparêzin.