Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!

img

WAN - Siyasetmedar Abdurrahman Dogar ê ku di pîrozbahiya Newroza sala 2008’an de li Wanê serokê DTP’a Wanê bû û di wê Newrozê de xelk hat îşkencekirin got: “Kurd astengî û qedexeyên li pêşiya Newrozê nas nakin. Çi dibe bila bibe dîsa jî pîroz dikin.”

Li Wanê di sala 2008’an de pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatibû qedexekirin. Bi sedan polîs êrişî welatiyên ku hewl dan biçin qada pîrozbahiyê kiribûn û dîmenên hovîtiyê derketibûn holê. Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û jopan êrişî jin, dayik û zarokan kiribû. Dîmenên êrişa wê demê ji bîra mirovan neçûye. Wan dîmenan di raya giştî de deng vedabû û tundiya dewletê ya li hemberî xelkî raxistibû ber çavan. 
 
PÎROZBAHÎ HAT QEDEXEKIRIN 
 
Rêxistina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya Bajarê Wanê pîrozbahiya Newrozê roja 22’ê Adarê diyar kiribû. Walîtiya Wanê ragihandibû ku ji bilî roja 21’ê Adarê destûra rojek din nade ku pîrozbahî were lidarxistin. Rêveberiya DTP’ê jî diyar kiribû ku ew ê guh nede biryara Walîtiyê. Hevdîtin di navbera rêveberiya DTP’ê û Walîtiyê de hatin kirin, tu encam jê derneket. DTP’ê ragihand ku ew ê roja 22’yê adarê li Cadeya Cumhuriyetê pîrozbahiyê li dar bixe. Walîtiya Wanê pîrozbahiya Newrozê ji binî qedexe kir û bû sedema nerazîbûna xelkê Wanê. 
 
 DU KES HATIN QETILKIRIN 
 
Sibeha 22’yê adarê ji taxên Wanê bi hezaran kes berê xwe da cihê pîrozbahiyê Cadeya Cumhuriyetê. Her kêliya ku çû girseya gel gihîşt bi hezaran. Rayedarên Walîtiyê û Midûriyeta Polîsan dît ku girse zêde dibe, bi rêveberiya DTP’ê re hevdîtin kir û xwest girse belav bibe. Di kêliya ku hevdîtinê li avahiya Walîtiyê berdewam dikir, bi sedan polîs êrişî girseya li ber avahiya DTP’ê kir. Di êrişê de polîsan derdora jin, dayik û zarokan girt û bi çavsorî êriş bir ser wan. Polîsan bi jopan û daran êrişî xelkê kir. Vê êrişa polîsan adeta bajêr rakir serhildanê. Piştî êrişî hema bêje li tevahiya cade û taxên bajêr agirê Newrozê hat vêxistin û gel rabû serhildanê. Di êrişan de welatiyê bi naê Zekî Erînç hat qetilkirin û 130 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran welatiyê bi navê Ramazan Dag hefteyek şûn ve li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Ji wan dayikên ku îşkence li wan hat kirin Mahbûp Kurt û Serokê DTP’a Wanê yê wê demê Abdurrahman Dogar behsa wê êrişa sala 2008’an kirin. 
 
‘BI HEMAN RUHÎ HAT PÎROZKIRIN’ 
 
Siyasetmedar Abdurrahman Dogar diyar kir ku dewletê wek berdewamiya polîtîkaya valakirina gundan dixwest pîrozbahiyên Newrozê jî bên qedexekirin û ji bo vê jî her cûre qedexe disepand. Dogar anî ziman ku tevî hemû qedexe, êriş û bedelên hatin dayîn jî kurdan dest ji pîrozbahiya Newrozê berneda û got: “Bo nimûne; di sala 1992’yan de destûra pîrozbahiya Newrozê nehat dayîn. Tevî qedexekirinê jî gel bi ruhek berxwedêr û coş Newrozê bi awayekî pîroz kir. Wê rojê li tevahiya Wanê Newroz hat pîrozkirin. Panzêr, tank û topan berxwedana gelê Wan ranewestand. Tevî gulebaranê jî gel neçû malên xwe û heta nîvê şevê pîrozbahî hatin kirin û gel azadiyê qîr kir. Piştî sala 1992’yan tevahiya pîrozbahiyan bi heman ruhî hat pîrozkirin.”
 
‘BI SED HEZARAN KES RABÛN SERHILDANÊ’ 
 
Dogar êrişa li ser pîrozbahiya Newroza sala 2008’an bi bîr xist û wiha got: “Dayik û jin hatin dorpêçkirin û hatin îşkencekirin. Di wê serdemê de AKP bi dizî û talana xwe ya li bajêr dihat nasîn. AKP di wê serdemê de her ku diçû hêza wê têk diçû. AKP’a ku pêvajoyek nebaş derbas dikir, pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Bernameya me li gorî 22’yê mehê hatibû amadekirin. Lê destûr nedan. Her deverê bajêr ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Tevî vê dorpêçê jî lê dîsa jî nikaribûn pîrozbahiyê û coşa gel asteng bikin. Bi sedhazaran gelê bajêr rabû serhildanê. Bi awayek tund êriş kirin lê dîsa jî xelk ji ya xwe ve nehat xwarê. Gelek hevalên me birîndar bûn û du hevalên me şehîd bûn. Lê belê tevî hemû êrişan û qedexeyan jî pîrozbahiyê bi rojan li bajêr dewam kir. Piştî wê her çiqas astengî hatin derxistin jî lê kurdan guh neda qedexeyan û astengiyan û Newroza xwe pîroz kirin. Kurd êdî astengiyên li pêşiya Newrozê nas nakin.” 
 
‘ÎŞKENCE LI JINAN KIRIN’ 
 
Yek ji wan dayikên roja 22’ê Adara 2008’an ji aliyê polîsan ve hat îşkencekirin Mahbup Kurt jî da zanîn ku tevî ku Newroz hat qedexekirin jî ji malên xwe derketin û ber bi qadê ve çûn. Kurt anî ziman ku polîsan êrişên tund bir ser dayikan û wiha got: “Di kêliya êrişê de polîsan bi hovîtî pê li dayikan kir û jopan li me didan. Gelek dayik hatin îşkencekirin. Ava şid berdidan me. Me li dijî êrişên wan bi ruhê berxwedanê dirûşm berz dikir. Me qedexeya wan nas nekir û heta şevê me li ber xwe da. Em êdî ne kurdên berê ne. Em her tim li ber xwe didin û têdikoşin. Em ê îsal jî bi ruhê berxwedanê biherikin qada Newrozê. Ez dixwazim hemû jin werin tevli pîrozbahiyê bibin.”
 
MA / Hakan Yalçin
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/03/2022
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin