Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan

img

MÊRDÎN - Cenazeyên nêzî 30 kesan ên di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, 6 sal in radestî malbatên wan nehatine kirin. Leyla Deger a ku li cenazeyê kurê xwe digere got: “Ez gazî malbatan dikim, werim em bikevin pey doza zarokên xwe.” 

 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera tebaxa 2015’an û 14’ê adara 2016’an de li dijî daxwaza xwerêveberiyê ya gel 8 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di 14’ê adara 2016’an de navçe bi temamî hat valakirin û cihê xwe ji şerê giran re berdan. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 25’ê gulana 2016’an de daxuyaniya “Em ji Nisêbînê vekişiyan e” da û bi vê yekê re di 26’ê gulanê de 17 jê zarok herî kêm 70 sivîl ji navçeyê hatin tehliyekirin. 
 
GELO ÇEND CENAZE HATIN DERXISTIN?
 
Piştî şer têkildarî kesên li naçeyê jiyana xwe ji dest dane daxuyanî hatin dayîn. Li gorî tomarkirinên dozgeriyê di şer de 69 polîs, leşker û cerdevan hatine kuştin û 528 polîs û leşker jî birîndar bûne. YPS’ê jî ragihand ku 51 endamên wan li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî qeydên dozgeriyê cenaze û parçeyên bedenên 58 kesan hatine bidestxistin. Li gorî qeydên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê (MEBYADER) ji navçeyê 83 cenaze hatine derxistin. 
 
MALBAT LI BENDA CENAZEYÊN XWE NE
 
Lê belê tevî di ser şer re 6 sal derbas bûne jî hêj cenazeyên gelek kesan radestî malbatên wan nehatine kirin. Piştî qedexe bi dawî bû cenazeyan rakirin saziyên tibê edlî yên Mêrdîn, Dîlok, Riha û Meletiyê. Ji bo DNA’yê nimûneya xwînê hat girtin. Tê gotin 22 cneaze li Mêrdînê û li gorî texmînan 8 cenaze jî li bajarên din bi giştî 29 cenaze bi îdiaya encamên DNA’yê li hev nehatiye radestî malbatan nehatin kirin. 
 
6 SAL IN LI CENAZEYÊ KURÊ XWE DIGERE 
 
Abdulselam Deger (Kendal) jî li navçeya Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Leyla Deger diyar kir ku ji ber DNA’yê wan li hev nehatiye 6 sal in cenazeyê kurê xwe wernegirtiye û agahiya mirina wî jî ji televîzyonê hîn bûye. Deger wiha got: “Em ketin pey cenaze jî lê me cenazeyê xwe nedît. Em çûn me cneazeyê xwe xwest, ji me re gotin cenaze tune ye. Me sê caran nimûneya xwînê da. Me gelek caran li cenaze pirsî. Min xwest gorek wî hebe û li ba me be. Lê me nedît. Ez niha jî li cenaze digerim. Ez dixwazim bînim li axa xwe veşêrim. Ez dixwazim cenazeyê kurê min bidin me. 6 sal derbas bû lê cenaze nadin me. Ez cenazeyê xwe dixwazim.” 
 
GOTIN ‘PAKÊTA WE HEYE’ 
 
Deger anî ziman ku ji dozgeriyê lê geriyane û jê re gotine “pakêta we heye” û wiha got: “Kêliya min vê cumleyê bihîst, Egît Îpek û dayika xwe hatin bîra min. Ez gelek tirsiyam. Min halê wê dayikê da ber çavê xwe û fikirîm. Min got viya heqaret e. Min got qey wê cenazeyê kurê min jî wisa bidin. Baran û firtûne hebû, ez rabûm çûm dozgeriyê. Dosye dan destê min. Gotin hêj cenazeyê we derneketiye. Ji wê rojê ve tu agahî nedane me.” 
 
GAZÎ MALBATAN KIR 
 
Deger destnîşan kir ku tenê ne cenazeyê kurê wê cenazeyên gelek malbatan radestî wan nehatine kirin û got: “Ez gazî hemû malbatan dikim, bila werin em bibin yek. Em bikevin pey doza zarokên xwe. Bila gora zarokên me li cem me bin. Em vê rewşê qebûl nekin. Em li kêleka hev bisekinin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

14/03/2022
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû