Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!

img
ENQERE - Pirtûk û nameyên bi kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta "wergêr tune ye" radestî girtiyan nayên kirin. Parêzer Ceren Yilmaz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ji bo name û pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, divê li girtîgehan wergêr hebin. 
 
Li gor rapora Herêma Anatolyaya Navîn a sala 2021'ê ya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, ji girtîgehên cuda yên Anatolyaya Navîn 287 girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê dane. Piraniya girtiyan diyar kiriye ku rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun û Atilimê nadin wan û ji xeynî qenalên televîzyonê yên îdareya girtîgehê diyar kirine tu qenalên din tune ne. 
 
HINCETA 'WERGÊR TUNE YE'
 
Li gor îfadeyên di raporê de, pirtûkên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta "wergêr tune ye" radestî girtiyan nayên kirin. Her wiha nameyên kurdî jî bi heman awayî. Girtî Îsmaîl Çevîk ê di Girtîgeha Afyonkarahîsar a Jimare 1'ê de ye, diyar kiriye ku pirtûkên kurdî yên jê re hatine şandin, îdareya girtîgehê nedane wî. Çevîk, ragihandiye ku ji bo vê daxwazname nivîsiye û îdareyê jê re gotiye karmendê ku pirtûkên kurdî kontrol bike tune ye, gava heqê wergêr bide dê pirtûk radestî wê bên kirin. 
 
NAMEYÊN BI KURDÎ NAYÊN ŞANDIN
 
Salîha Cebe ya di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de jî diyar kiriye ku kotaya ji bo pirtûkan ku di dema Rewşa Awarte de dest pê kiriye hê jî didome. Cebe, bilêv kir ku ji bo kotaya pirtûkan tu biryar teblîxî wan nehatine kirin û nameyên wan ên bi kurdî jî nayên şandine. Her wiha Cebe, aniye ziman ku nameyên bi kurdî yên ji wan re tên jî piştî çend mehan didin wan û ji bo vê serî li îdareyê dane, lê îdareyê ji wan re gotiye ji ber ku wergêr tune ye nameyan nadin wan. 
 
DI 2 MEHAN DE 2 PIRTÛK
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Parêzer Ceren Yilmaz, diyar kir ku ev pirsgirêk hê jî didomin û li her girtîgeha ku ew diçinê bi pêkanînên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Yilmaz, da zanîn ku li qawîşên edlî yên Girtîgeha Sîncanê îdareya girtîgehê mehê du pirtûkan tenê dide girtiyan û got: "Helwesteke pir kêfî heye. Ev di warê derûniya kesên girtî de, bi tu awayî nayê qebûlkirin." 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku heman tişt ji bo rojname û kovaran jî wiha ye û got: "Di warê weşanên muxalif de pirsgirêkên pri cidî hene û ev dibin sedema binpêkirinên mafan ên cidî." 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Yilmaz, bilêv kir ku heya niha ji ber van binpêkirinên mafan gelek caran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane û got: "Hê jî serlêdanên me nehatine bersivandin." Yilmaz, bibîr xist ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan Sîbel Balaç ji ber qedexeyên kêfî yên derbarê pirtûk, kovar û rojnameyan de 82 roj in di rojiya mirinê de ye. Yilmaz, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî Zerrîn Yilmaz a cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn pirtûkek bi navê "Esmer Yara Beyaz Kûrt" nivîsiye û pirtûk ji Weşanên Aramê derketiye û hin kes ji bo îmzekirinê pirtûka wê jê re şandine, lê îdareya girtîgehê pirtûkan nade wê. 
 
‘DIVÊ WERGÊR HEBE'
 
Yilmaz, ji bo helwesta îdareya girtîgehê ku bi hinceta nebûna wergêr name û pirtûkên bi kurdî nade girtiyan got: "Ger name yan jî pirtûk ji girtiyan re bên, berpirsê venihêrina wan ne girtî ye. Her wiha venihêrîna ji aliyê îdareya girtîgehê jî girtiyan eleqedar nake. Lewma gava îdareya girtîgehê ji bo name û pirtûkên bi kurdî bibêje 'divê ez tevdîrê bigirim û li naveroka wê binerim', ev tenê îdareya girtîgehê eleqedar dike. Yanî hinceteke wekî 'wergêrê me tune ye' nayê qebûlkirin. Ger mesele ne binpêkirina mafên girtiyan be, nexwe divê li girtîgehê wergêr hebe."

Sernavên din

10/03/2022
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan