ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê bi wesîleya 8’ê Adarê li aqûbeta 21 jinên di binçavan de hatine windakirin pirsî.
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çalakiya vê hefteyê ya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bal kişand ser aqûbeta jinên hatine windakirin. Çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Navçeya Konakê hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de li aqûbeta 21 jinên di binçavan de hatine windakirin pirsî.
Endama Komîsyonê Ayşenûr Kizaroglu daxuyanî xwend û xwest winda bên dîtin û kujer werin cezakirin û ev yek jî wezîfeya dewletê ye. Kizaroglu navê 21 jinên hatine windakirin rêz kir.
Jin piştî daxuyaniyê çûn PTT’ê û kartên 8’ê Adarê ji jinên girtî re şandin.