Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in

img

WAN - Sevgî Ozdînç ku ji Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat îxrackirin, xespkirina destkeftiyên jinan û hedefgirtina pergala hevserokatiyê wekî "perçeyek konsepta şerê taybet" wesifandin û got: "Herî zêde ji têkoşîna jinan ditirsin, lê em ê her tim vê têkoşînê biqîrin." 

Partiya demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Piştî hilbijartinê qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatibûn kirin û 72 hevşaredar jî hatibûn binçavkirin. Ji van hevşaredaran 20 jin 39 hevşaredar hatibûn girtin û hê jî 2 jê jin 6 hevşaredar girtî ne. Bi tayinkirina qeyûman re ewilî jin û saziyên jinan hedef hatibûn girtin. Qeyûman ewilî navendên jinan, midûriyetên jinan û serokatiyên daîreyên jinan ên girêdayî şaredariyan girtibûn. Her wiha xetên tahdeyê û sêtargehên jinan ên girêday şaredariyan jî hatibûn girtin. 
 
Ji bajarên nesîb ji pêkanînên qeyûman girtin yek jê jî Wan bû. Li Wanê bi tayinkirina qeyûm re deriyê Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) hatibû mohrkirin, sêtargeha jinan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû girtin, xeta piştgiriyê hatibû girtin û kartên gihaniyê yên belaş ên nava bajêr hatibûn betalkirin. 
 
Piştî girtina saziyên jinan ên li nava bajêr û navçeyên wê jinan li dijî vê di Gulana 2020'an de Komeleya Jinan a Starê ava kiribûn û niha di bin banê komeleyê de têkoşîna xwe didomînin. 
 
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Sevgî Ozdînç ku bi tayinkirina qeyûm re hatibû îxraxkirin, îcraata ewil a qeyûm ku saziyên jinan girtibû, wekî "parçeyek konsepta şerê taybet" wesifand.
 
EWILÎ JIN HEDEF HATIN GIRTIN 
 
Ozdînç, destnîşan kir ku berî ku qeyûm tayinî şaredariyan bên kirin ji bo jinan xebatên girîng dihatin kirin û di vê çarçoveyê de gelek saziyên jinan vekirine. Izdînç got: "Wan, di sala 2014'an de bû bajarê mezin. Paşê serokatiyên daîreyan hatin avakirin. Yek ji van daîreyan jî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan bû. Ev daîre tenê ne li Wanê, li gelek bajarên din jî hatin avakirin. Di bin banê van serokatiyên daîreyan û midûriyetan de stargehên jinan, navendên şêwirmendiyê û gelek tiştên din hatin avakirin. Li tevahiya taxên bajêr hevdîtin bi jinan re dihatin kirin, semîner dihatin lidarxistin û atolyeyên perwerdehiyê dihatin çêkirin. Ev bûn cihê hayjêhebûneke girîng." 
 
Ozdînç, bibîr xist ku lê bi tayinkirina qeyûm re ev sazî hemû hatine girtin û niha saziyeke şaredariyê tune ye ku jin ji ber tahdeyan serî lê bidin. Ozdînç got: "Mixabin rêvebiriyên qeyûman ewilî êriş birin ser saziyn jinan. Derbarê jinan de çi hebû hemû ji holê rakirin, navendên jinan girtin. Derfetên ji bo serîlêdanan ji holê rakirin. Niha saziyeke şaredariyê tune ye ku jine ji ber tahdeyê serî lê bidin. Ev yek, polîtîkaya jinan a qeyûman nîşan dide." 
 
KONSEPTA ŞERÊ TAYBET
 
Ozdînç, destnîşan kir ku di demên dawî de li Wanê û bajarên din ên herêmê bi destê unîformayên dewletê polîtîkayeke şerê taybet a li hemberî jinan di dewrê de ye û got: "Di şeran de aqilê dewletê ewilî dixwaze jinan têk bişikîne. Di demên dawî de hêzên dewletê sûcan dikin. Ev kesên bi unîforma bi desdirêjiyê, tahde û kuştinê di rojevê de ne. Ev polîtîka girêdayî şerê taybet in. Fuhûşa lI Colemêrgê, li Wan û navçeyên wê destdirêjiya cerdevanan a li zarokan û bûyerên bi destê çawîşên pispor tên kirin hema bibêje her meh çêbûn. Li Wanê di bin navê 'hêwana masajê' de fuhûş li jinan hatibû ferzkirin û şirîkên vê hêwanê jî polîs bûn. Mirov dikare behsa bi sedan tiştên wisa bike. Ev hemû parçeyeke konsepta dewletê ye ku ew xistiye dewrê." 
 
Ozdînç, destnîşan kir ku aqilê mêr-dewletê rol û ristekê ji bo jinan difesilîne û got: "Piştî tayinkirina qeyûm saziyên jinan hatin girtin û pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Peymana Stenbolê hat fesixkirin. Niha jî mafê nefeqeyê yê jinan tê nîqaşkirin û hewl didin biryareke li hemberî jinan bigirin. Dixwazin jinan bitepisînin û hepsî malê bikin. Bi vê re polîtîkayeke tepisandinê pêk tînin. Jixwe polîtîkaya bêcezatiyê ya ji bo kiryarên jinan vê yekê xulase dike. Bi taybetî jî jinên kurd hîn bêtir bi vê yekê re rû bi rû ne. Jinên kurd ji ber ku tim têdikoşin, bi polîtîkayên çewisandinê yên dewletê re rû bi rû ne." 
 
BANGAWAZÎ JI BO 8'Ê ADARÊ
 
Ozdînç, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dijî van pêkanînan dakevin qadan û got: "Dê jinên kurd li dijî tahdeya mêr-dewletê tim bitêkoşin û wekî her salê em ê îsal jî di di 8'ê Adarê de li qadan bin. Herî zêde ji têkoşîna jinan ditirsin, lê em ê her tim vê têkoşînê biqîrin." 
 
MA / Hakan Yalçin

Sernavên din

05/03/2022
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide