ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsên sivîl û polîsên tîmên taybet vê sibehê avêtin ser hin malan. Di serdegirtina malan de rêvebirên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê Songul Kuçuk û Naîm Înedî hatin binçavkirin.
Kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Hat gotin dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.