* Rojnameger û nivîskarê kurd Ezîz ê Cewo ku li Rûsyayê dijî û şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de dişopîne, diyar kir ku şerê tê kirin ne tenê şerê Ûkrayna û Rûyayê ye, bêtir şerê di navbera NATO û Rûsyayê de ye.
* Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel da zanîn ku kesên nûnertiya pergala mêrê serdest dikin, xeta azadiyê ya jinan bo xwe weke gefekê dibînin û wiha got: “Gotina; ‘heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe’ ne dirûşmek lê wateya jiyanê bi xwe ye.”
* Jinên êzdî ku li Şengalê dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kirine gotin: "Em ê di 8'ê Adarê de azadiya birêz Ocalan daxwaz bikin."
* Di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet a li hemberî kurdan de esker, polîs û cerdevan xwedî roleke çalak in. Sûcên ku ev kes li hemberî zarok û jinan dikin, bi polîtîkaya bêcezatiyê ya bi destê darazê zêdetir dibin.
* Garîbe Gezer ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî sîstematîk hatibû îşkencekirin û destdirêjî lê hatibû kirin. Piştî dosyeya derbarê îşkenceya sîstematîk û destdirêjiyê de hat girtin, dosye bi hinceta dijî Qanûna Bingehîn e, ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re hat şandin.
* Derket holê ku dîmenên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê yên dema qetilkirina 3 ferdên malbata Şenyaşarê hatine dizîn. Ewraqek ji Meletiyê re hatiye şandin û daxilî nav dosyeyê hatiye kirin. Di ewraqê de tê gotin ku ji bo dîtina dîmenan li navnîşanekê lêgerîn hatiye kirin.
* Efsûna Welatê Min a nivîskarê girtî Kemal Yîgît ji Weşanxaneya Aram'ê derket. Çîrokên bi zimanekî herikbar hatine nivîsîn, dike ku xwîner piştî ekla xwe lê xweş kir bi bêhnekê re pirtûkê biqedîne.
* Qeyûm Huseyîn Çam ê tayinî Şaredariya Qoserê hat kirin, avahiya şaredariyê da polîsên tevgera taybet.
* Jinan, diyar kir ku ne li kuçeyan, ne li malê û ne jî li zanîngehê xwe ewlehî tune ye û gotin: "Heya sêmendiya daraz, mêr û dewletê hebe, wê ewlehî tune be."
* Geşedanên şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin dê bê şopandin.
* Nobeda Edaletê Malbata Şenyaşar dê di roja 360'emîn de berdewam bike.
* Danişîna parêzer û sazûmankara Komeleya Rosayê ya Jinan a Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (10.00-17.00)
* TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek navendan çalakî û şahiyan li dar bixin. (10.00-19.00)
* Danişîna 10'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)
* Odeya Tabîban a Amedê dê xeleta "Aştî, dostanî û demokrasiyê" ya îsal li avahiya odeya xwe eşkere bike. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amed, Wan û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bike. (13.00-16.00)
* Rêxistinên HDP'ê yên Stenbol û Dêrsimê dê têkildarî rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP'ê Semra Guzel daxuyanî bidin. (13.00-19.00)
* Baroya Edeneyê, şaxên ÎHD'ê û ÇHD'ê yên Edeneyê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kurkçulerê ya Tîpa F'yê diqewimin li ber girtîgehê daxuyanî bidin. (13.30)