ENQERE – Parêzbendiya ji bo parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel hat betalkirin.
Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtina ji bo betalkirina parlementeriya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hat nîqaşkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî tevli Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bi qasî 3 saetan dewam kir.
Piştî parastinê dengdayîn hat kirin. Ji bo fezlekeya ewil a derbarê Guzelê de 313 kesan gotin erê û 52 kesan jî gotin na.
HDP JI DESTEYA GIŞTÎ DERKET
Di dengdayîna ji bo fezlekeya dudoyan a derbarê Guzelê de, 327 kesan got erê û 52 kesan jî got na. Piştî vê parlementerên HDP'î Desteya Giştî protesto kirin û derketin.
Piştî betalkirina parêzbendiya ji bo parlementeriyê dê dosye ji Wezareta Dadê re bê şandin. PIştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne, dê pêvajoya darazê dest pê bike.