Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?

  • rojane
  • 14:13 26 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar pirsîn ku 28 sal berê di dema binçavkirinê de hatibû windakirin. 
 
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji bo dîtina kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan dabûn destpêkirin, di hefteya 883’yemîn de berdewam kir. Çalakî, li ser online hat kirin û di çalakiyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar hat pirsîn ku di 20’ê sibata sala 1994’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû windakirin. 
 
Di çalakiyê de dayika Cûneyt Aydinlar, Menekşe Aydinlar axivî û da zanîn ku kurê wê 28 sal berê di dema binçavkirinê de hate windakirin. Aydinlar, diyar kir ku ji wê rojê heta niha tu agahiyan ji kurê xwe nagire û wiha got: “Em, edaletê dixwazin û dixwazin ku zarokên me bên dîtin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.” 
 
7 SALAN LI BER DERÎ SEKINÎ
 
Piştre jî birayê Cûneyt Aydinlar, Emrah Aydinlar axivî û ev tişt anî ziman: “Birayê min zanîngeh qezenc kiribû û di sala 1991’an de me jî ew bi serfiraziyeke mezin şand Stenbolê. Bi agahiya binçavkirinê re dest û lingên me şikestin. Piştî ku hatî windakirin, me gelek serlêdanên hiqûqî kirin lê tevek jî hatin redkirin, astengkirin. Em jî li benda hêviya vegera Cûneyt man. Dayika min, qenepeyek danîbû ber deriyê malê û 7 salan li ser wê qenepeyê li benda vegera Cûneyt ma. 28 sal derbas bûn lê Cûneyt nehat. Cûneyt, li ku ye?  Êdî taqet di dayika min de nema. Cûneyt, di şahî û şînên me de ne li cem me bû. Xwarzî û biraziyên wî bêyî dîtina wî mezin bûn. Ev êş, êşa me hemûyan e.”
 
‘DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE LÊ KIRIN’
 
Mamê Cûneyt Aydinlar, Recep Aydinlar jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku biraziyê wî di 23 saliya xwe de hatiye windakirin. Aydinlar, destnîşan kir ku di bin çavan de îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî bi hinceta ‘hevrûkirinê’ birin û êdî venegerandin. Derheqê polîsan de dozên vala hatin vekirin. Lê dev ji wan dozan jî berdan. Her hikûmeta nû, sûcên hikûmeta berê dinixûme. Ev çandek e. Êşên me jî ji nifşekî derbasî nifşekê din dibin. Em dixwazin ku kesên ev êş bi me dayîne kişandin, bên darizandin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome.” 
 
ENCAMEK JI HIQÛQA NAVXWEYÎ DERNEKET
 
Parêzera malbata Aydinlar, Eren Keskîn jî da zanîn ku qeyda binçavkirinê ya Cûneyt Aydinlar li gel dozgeriyê heye û ev agahî dan: “Çendek roj piştre jê re dibêjin; ‘gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û ji navenda binçavkirinê derdixînin. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin. Me li cihê binçavkirinê lêkolîn kirin. Dibin mala Esmer Bardakçi ya li Beyogluyê. Bardakçi dibêje ku pir westiyayî xuya dikir. Zarokên li kolanê jî dibêjin ku wan dengê çekekî bihîstiye. Rayedarên dewletê her tim gotin Cûneyt reviyaye. Erê baş e, mirovekî ewqas îşkence lê hatiye kirin û nikare bimeşe dê çawa bireve? Hemû hewldanên ji bo Cûneyt di hiqûqa navxweyî de hatine kirin, bêencam man.” 
 
‘EM Ê DEV JI HIQÛQÊ BERNEDIN’
 
Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gonul Sonbahar ve hat xwendin. Sonbahar, da zanîn ku di şertên heyî de nikarin qala Qanûna Bingehîn, qanûn û hiqûqa gerdûnî bikin lê tevî vê yekê jî dê dev ji parastina hiqûqê bernedin. 
 
SERPÊHATIYA AYDINLAR
 
Di berdewamê de jî Sonbahar, serpêhatiya Cûneyt Aydinlar xwend û wiha got: “Cûneyt Aydinlar, di 20’ê sibata 1994’an de tevî 14 hevalên xwe hate binçavkirin. Qeydên binçavkirinê hene. Kesên bi Aydinlar re hatibûn binçavkirin, piştre daxuyanî dan. Ev kes dibêjin ku heta 2’yê adara 1994’an li gel Cûneyt bûn. Her wiha dibêjin ku îşkenceyeke giran li Cûneyt hatiye kirin, bi giranî birîndar bûye, piyekî wî şikestiye û nedikariya bimeşe. Polîs, ji Aydinlar re dibêjin; ‘gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û wî ji hucreyê derdixînin. Piştre jî kesek Aydinlar nabîne. Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji malbata Aydinlar dibêje ku kurê wan reviyaye. Ji wê rojê heta niha jî ji bo dîtina Aydinlar û darizandina kujerên wî, tu pêvajoyên îdarî û edlî nehatine destpêkirin. Kesên binçavkirî, di bin mîsogeriya ewlekariya dewletê de ne. Lewma berpirsyarê windakirina Aydinlar, di stûyê dewletê de ye.  Em dixwazin ku lêpirsîneke baş derheqê dosyaya Aydinlar de bê vekirin û kujerên wî bên cezakirin.”
 

Sernavên din

27/02/2022
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn