Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin

  • rojane
  • 11:25 26 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Parêzer Cengîz Yureklî bi lêv kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê û nêzîkatiyên li dijî Ocalan, hiqûqa modern a Ewropayê ser û bin kiriye û anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê berdewama pêkanînên Almanyaya Nazî ne. 

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê de tê ragirtin, rapora binpêkirina mafan a salekê aşkera kiribû. Di raporê de hatibû destnîşan kirin ku li Îmraliya binpêkirinên mafan her ku diçe kûrtir dibin, tişta tê sepandin pergala îşkenceyê ye. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî ku rapora pêşkeşî raya giştî kiribûn û tiştên di salekê de li Îmraliyê diqewimin nirxand, bi lêv kir ku divê êdî azadiya Ocalan were axaftin. 
 
PARÊZERAN 201 CARAN SERLÊDAN KIRIN
 
Yureklî, bi bîr xist ku muwekîlê wan Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya li dijî hiqûqê hatiye avakirin, di şertên tecrîda mutleq de tê ragirtin û bi lêv kir ku di Adara 2015’an ve muwekîlên wan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li vê pergala tecrîdê zêdekirine. Yureklî, ku qala “Rapora Tespîtê ya Îmraliyê ya 2021’an” kir, aşkera kir ku di sala 2021’an de 201 caran ji bo parêzeran, 71 caran jî ji bo hevdîtina malbatan serlêdan kirine. Yureklî, destnîşan kir ku di heman demê de serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û wiha got: “Me di salekê de 4 caran serî li CPT’yê da û ji wan re got ‘Tiştên li Îmraliyê diqewimin  mijara binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Ev di qada we ya peywîrê de ye. Mudaxile bikin.’ Me gelek caran serî li dozgeriyê, Wezareta Dadê, merciyên îdarî û rêxistinên sivîl ên civakî daye û daxwazên xwe anîn ziman.” Yureklî, diyar kir ku hemû hewldanên wan bê encam man, saleke bi muwekîlên xwe re tu têkilî nedanîne
 
PERGALA ÎŞKENCEYÊ ÇAWA DIXEBITE?
 
Yureklî, bi lêv kir ku muwekîlên wî yên li Îmraliyê ji tu mafên xwe sûdê nagirin, rastî pergala îşkenceyê tên û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê wiha pênase kir: “Niha muwekîlên me nikarin ji mafên xwe sûdê werbigirin. Hûn diçin ji dozgeriyê re dibêjin ‘Rêveberiya we ya girtîgehê nahêle ku muwekîlên me mafên xwe bi kar bînin. Derfetê nade wî ku bi kar bîne’ Dozgerî jî dê bibêje “Eger giliyê we hebe, herin giliyê Dadgeha Înfazê bikin.” Tu diçî Dadgeha Cezayê Giran ku dadgehek jortir e xwe nagire ku hêcetekê jî bibêje. Weke biryara noterê ji pejirandinê wêdetir naçe. Hûn serî li Wezareta Dadê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan, Miduriyeta Girtîgehê didin, we paşguh dikin. Li ser vê yekê hûn diçin saziyên îdarî yên hiqûqî yên bi ferzkirina mekanîzmayên navneteweyî hatine avakirin, ku neçar in mafên mirovan bişopînin û rewşê ji wan re vedibêjin. Ew jî dibêjin ‘ev mijara darazê ye, ez nikarim tevlî bibim’ û xwe têkilî rewşê nakin. Pişt re tu diçî Lijneya Dozger û Dadgeran gilî dikî, dibêje “Ev rayeya dadger e û nikarim tevlî bibim’ Bi hêviyekê hûn diçin serî li Dadgeha Makeqanûnê didin. Bêyî hêcetekê pêşkeş bike serlêdana we qebûl nake.
 
NÊZÎKATIYÊN SAZIYÊN NAVNETEWΠ
 
Dû re hûn diçin DMME’yê dibêjin mafên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) de tên diyarkirin hatine binpêkirin. Lê DMME dosyayeke ev qas lezginiya wê heye bi salan disekinîne an jî biryareke dij dide. Hûn serî li CPT’yê didin ku qedexeya îşkenceyê tê binpêkirin û bang dikin lê CPT’ê dibêje ‘şewrên me didomin’ û tu gavan naavêje. Di vê pêvajoyê de pergala îşkenceyê ku wijdan û exlaka tu kesê qebûl nake û rûmeta mirovan tê binpêkirin wiha tê avakirin û 23 sal in jî didome. Pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê tam jî ev e.”
 
PÊKANÎNÊN ALMANYAYA NAZÎ NE
 
Yureklî, destnîşan kir ku ne di qanûnên Tirkiyeyê de ne jî peymanên navnetewî de kesekî 11 mehan tecrîd bikin, têkiliya wî û derve qût bikin nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş guneheke ku siyaseta navnetewî li ser hev kiriye. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê derdikeve ji rayedarên CPT’yê re daxuyanî dide û dibêje ‘Qedexe nîne, tecrîd nîne wê hevdîtin bên kirin’ Lê tevî vê yekê jî 11 meh in em ji muwekîlê xwe tu agahiyan nagirin. Ev rewş dişibin pêkanînên Almanyayê yên demekê. Almanyaya Nazî demekê ji bêdengiya cîhanê sûd wergirt û cihû, qereçî, koçber û kêmnetewe ji holê rakirin. Ev yek jî bi destê hiqûqê û qanûnê kir. Lê ev rewş bû mijara darazê, pirtûkan û fîlman. Hêj jî lêborînan dixwazin. Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî berhema vê bêwijdaniyê ye.”
 
DIVÊ AZADIYA OCALAN BÊ AXAFTIN 
 
Yureklî bi lêv kir ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê û nêzîkatiyên li dijî Ocalan, hiqûqa modern a Ewropayê ser û bin kiriye û wiha pê de çû: “Wê ev wisa derbasî dîrokê bibe. Li gorî hiqûqê divê pergala Îmraliyê tune bûya û ji holê hatibûya rakirin. Tişta ku divê were axaftin azadiya birêz Ocalan e.”
 
DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?
 
Yureklî, destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê diqewimin ji ber pêkanînên bêhiqûqî yên li Îmraliyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herkes qala sedemên qeyrana aborî dike. Birêz Ocalan ev hemû teşhîr kirine û ji bo çareseriyê rê û rêbaz pêşxistine. Li ser birêz Ocalan ê 3 sal in bi derve re têkiliyên wî hatine qûtkirin re dixwazin manîpulasyonê bikin. Berjewendiya civakê ya herî mezin vekirina deriyên Îmraliyê ne. Bersiva herî rast ya ji van re were dayîn vekirina deriyên Îmraliyê û bangkirina Birêz Ocalan a civakê ye. Kesên li dijî vê qeyranê li çareseriyê digerin divê li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê zêdetir dengê xwe derxînin. Divê bi hev re ji bo deriyên Îmraliyê bên vekirin, têbikoşin.”
 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 

Sernavên din

27/02/2022
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn