Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye

img

ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, anî ziman ku ji ber deynên qeyûm, enfalasyona zêde û fatûreyên giran ên ceryanê xizmete ku dixwazin ji navçeyê re bikin û projeyên wan ên nû bi derengî dikevin. 

Ji 6 şaredariyên niha di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mane, yek jê jî Şaredariya Silopiya ya Şirnex yeç Şaredarî ji aliyekî hem deynin ji dema qeyûm mane dide, li aliyekî jî xizmeta navçeyê dike. Pereyê ku Bankeya Îllerê ji Şaredariyê dişîne, ji ber deynê qeyûm her meh milyonek TL jê tê birîn. Ji ber van deynan û fatûreyên ceryanê yên giran, xizmeta şaredariyê bi derengî dikeve. 
 
 
DEYNÊN QEYÛM
 
Di Îlona 2016'an de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Silopiyayê ya DBP'î kiribû. Piştî qeyûm hatibû tayinkirin, di 31'ê Adara 2019'an de di hilbijartinên herêmî de şaredarî bi rêjeyeke jis edî 73 ket destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP'ê gava şaredariyê bi dest xistibû, qeyûm wê gavê 15 milyon TL deynê ceryanê bi giştî 283 milyon TL deyn xistibû stuyê şaredariyê. Şaredariya HDP'î ji Adara 2019'an heya niha 24 milyon TL deynê şaredariyê daye. 
 
Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku tevî ev qas deynan jî xizmeta gel dikin û wê bikin. 
 
BANKEYA ÎLLERÊ
 
Fîdan, destnîşan kir ku gava şaredariyê bi dest xistine gelek kêmasiyên taxan ên navçeyan hebûne û ewilî li ser çareserkirina van kêmasiyan sekinîne. Fîdan, diyar kir ku hem hewl didin deynan bidin hem jî ji bo pêkanîna projeyan hewl dane krediyan peyda bikin û got: "Ji bo krediyê me serî li kîjan saziyê da doza nameya temînatê ya Bankeya Îllerê kirin. Bankeya Îllerê jî daxwaza me ya ji bo nameya temînatê qebûl nekir. Ji ber vê jî me kredî peyde nekir. Di warê aborî de em tengijîn. Her wiha pereyê ku mehane ji şaredariyê tê re jî, her meh zêdetirî milyonek TL jê tê birîn." 
 
FATÛREYA CERYANÊ
 
Fîdan, bilêv kir ku ji ber enflasyona zêde her tişt jis edî 200-300 biha bûye, lê li gel vê dahata şaredariyê wek xwe ye û got: "Hem ji ber deynan hem jî ji ber enflasyonê em zehmtiyê dikişînin. Bi ser de jî fatûreyên giran ên ceryanê hene. Di meha Kanûnê de hemû yekeyên şaredariyê li dor 250 hezar KW ceryan xerc kirin û ji bo vê fatûreyeke 304 hezar TL hat. Di meha Çileyê de jî ji bo 281 hezar KW 718 hezar TL fatûre hat. Niha gelek yekeyên me pir hindik ceryanê dişixulînin. Bi taybetî havînê ji ber germê û xebitandina bîrên avê ceryan pir tê xerckirin. Ger wisa bidome dê fatûreya me ya ceryanê du qat zêdetir bibe." 
 
XIZMET
 
Fîdan, destnîşan kir ku ji ber her meh ji pereyeê ji şaredariyê re tê qismek jê tê birîn û ji ber enflasyona zêde û fatûreyên ceryanê yên giran xizmeta wan a ji bo gel bi derengî dikeve. Fîdan, bilêv kir ku xizmeta ku dixwazin ji bo navçeyê bikin û projeyên ku dixwazin pêk bînin, bi vî awayî bi derengî dikevin. 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

27/02/2022
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn