Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin

  • rojane
  • 14:50 25 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Dayika Gulistan Dokû Bedriye Dokû, diyar kir ku heke gumanbar Zaynal Abarakov 24 saetan bê binçavkirin wê Dokû bê dîtin û ev tişt got: "Bila komîsyonek bê avakirin, keça min bê dîtin."
 
Dayik, bav û xûça xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku li Dersimê wina bû û ji 5'ê çileya 2020'an de ve agahî jê nayê girtin Bedriye, Halît û Aygul Dokû li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê li dar xistin. Di civînê de destpêkê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût axivî. Tûrgût, diyar kir ku 3 roj in li kuçeyên Enqerê tundî li malbata Dokû tê kirin û wiha got: "Malbata dixwaze bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bike. Mafê malbatê ye ku bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bike. Lê destûr nayê dayîn ku ji otelê jî derkevin."
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Xûça Dokû Aygul Dokû, diyar kir ku pirsa wan a "Gulistan Dokû li kuder e?" sînorên welat derbas kiriye û Wezareta Karên Hundir ji wan re gotiye ku windabûna Gulistan bûyerek edlî ye û bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin. Dokû, da zanîn ku 2 sal in dixwazin bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin û wiha got: "2 meh bûn me nobed digirt. Lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dev jê berda. Niha jî em hatine Enqerê û bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin kir. Tevan jî got ku wê bi me re eleqedar bibin. Banga min li parlamenterên AKP'ê; Gulistan keçeke 21 salî ye, dibûya ku bihata serê we hemûyan. Em dixwazin hûn komîsyon ava bikin, red nekin. Em hê jî nizanin ku çi bi serê keça me de hatiye. 2 sal in em nikarin bi Nivîsgeha Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin."
 
'DELÎL TUNE HATIN HESIBANDIN'
 
Di berdewamê de Dokû, destnîşan kir ku Waliyê Dersimê Tûncay Sonel gumanbarê sereke şandiye Rûsyayê û ev tişt got: "Delîl bi awayekî têrker nehatine berhevkirin. Serdozgerî vê ji me re dibêje. Em dixwazin vê bi Wezareta Edaletê re biaxivin. Em tenê keça xwe û edaletê dixwazin. Hûn nikarin bi dorpêçkirin çareser bikin. Dema ku em keça xwe bibînin jixwe em ê li malê rûnin. Malbata min goristaneke ku li serê fatîhe bixwîne dixwaze." 
 
Dokû êrişa polisan a li dijî wan jî vegot û diyar kir ku polisan li wan daye û polisek jin ji wan re gotine ku 500 kesî bi rê ve dibin û hûn kê ne hûn nikarin biçin Wezareta Edaletê. Dokû ji polisan pirsa ku gerandinakeça wan sûc e? kir.
 
'EM DIXWAZIN BI WEZÎR RE HEVDÎTIN BIKIN'
 
Dayika Dokû Bedriye Dokû jî da zanîn ku dixwazin Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin lê destûr nayê dayîn û ev tişt got: "Dema ku me xwest em biçin wezaretê 4 jinan êrişî min kir û min bi zorê li wesayîtê siwar kirin. Polisan ji min re got, 'Destên min mor bûne. Li vir qamera tune ye, hûn çi dikin bikin." Min jî got, "Me bikujin." Tenê em nîv saetê bi Wezarî Edalatê re hevdîtin bikin. Jixwe me bilêta xwe girtiye em ê biçin mala xwe. Dema ku em dixwazin bi Wezareta Edaletê re hevdîtin bikin dora me digirin. Duh keça min nexweş ket me ew rakir nexweşxaneyê."
 
'BILA KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN'
 
Bedriye Dokû, diyar kir ku heke gumanbar Zaynal Abarakov 24 saetan bê binçavkirin wê Dokû bê dîtin û ev tişt got: "Niha em li mala xwe rûniştî bûn. Abarakov, dibêje, 'Jixwe pişta min saxlem e, kes nikare tiştekî bi min bike'. Ez meraq dikim gelo kê li pişta wî ye. Bangî hemû siyasetmedaran dikim, me di tarîtiyê de nehêlin. Em dixwazin komîsyon bê avakirin. Em çûn hemû partiyên siyasî, tevan got temam, tenê AKP ma. Li vir bangî wan jî dikim, Bila komîsyon bê avakirin, keça min bê dîtin. Hestiyê keça min bidin, ez ê fatihekê bixwînim."
 
 
 

Sernavên din

27/02/2022
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn