Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole

  • jin
  • 09:07 25 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bertek nîşanî hevdîtina Neçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re dan û wiha gotin: "Kî li ser gelê xwe zilmê bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil  serê wî diçe. Ew gora xwe bi destê xwe dikole. Dê ewil ew bikeve wê gorê." 

Tirkiyeyê di 1'ê sibatê de bi awayekî hemwext ji hewayî êriş biribûn ser Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî van êrişan jî Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Enqereyê hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê, Erdogan diyar kir ku malbata Barzanî dîsa xwe îspat kiriye û di mijara şerê li dijî 'terorê' de li hev kirine. Endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê nerazîbûn nîşanî Barzanî dan. 
 
'WÊ POŞMAN BIBIN' 
 
Ji Dayikên Aştiye Narîn Soysal (65), bi lêv kir ku helwesta malbata Barzanî ziyanê dide gelê kurd û wiha axivî: "Heger em nebin yek, em ê herin yek bi yek. Kurd hemû yek dare. Tijî vê odeyê pereyan bidin bê ka yeke tirk bê ser fikra me? Na kesek xwe bi pereyan nafiroşe. Bila kurd destê xwe bidin yek û bibin tifaq. Dema ku bûn yek, kesek nikare bi kurdan. Her kurdek sed insan in. Ma kî bi qasî kurdan bi cesaret û zana ne? Lê belê nabin yek. Em kurd in. Bila kurd çavên xwe vekin. Dema ku kurd bûne yek, wê demê her neyîniyek dê ji holê rabin. Barzanî kî ye? Ma Barzanî ne kurd in? Rojekê dê poşman bibin. Dema ku poşman bû jî dê tu wateya poşmaniya wî nemîne. Çima Barzanî di nava gelê kurd de vê durûtiyê dike? Çima evqasî bêcisaretin? Bila aqilê xwe bînin serê xwe û dawî li van polîtîkayên xwe bînin." 
 
'GORA XWE DIKULE' 
 
Endama Dayika Aştiyê Feyroz Çagatay ( 58) jî anî ziman ku Barzanî dawiya xwe tîne û wiha berdewam kir: "Mirov şerê birakujiyê nake. Barzanî baş dizane ku kengî ku ev şer bi dawî bû, wê destpêkê dawiya wî jî bê. Yê Rojava kî ye, yê Başûr kî ye û ew kî ye? Em hemû birayên hevin. Bila Nêçîrvan Barzanî were bi Erdogan re çiqas bixwaze bazirganiyê bike, bila hevdîtinan bike. Çi bike bila bike lê di dawiya dawî de ew kurd e. Dê rojekê li wî bizivirin û bibêjin te îxanet li birayê xwe kir û tu li min jî bikî. Pêşiya me, dê wî bikujin. Barzanî xeletiyê li xwe dike. Çiqasî li ser axa Başûr qereqolan bide çêkirin jî ew ê bikeve. Ew gora xwe bi destê xwe dikole. Dê ewil ew bikeve wê gorê. Sedam çiqas kurd qir kirin û dawiya wî bû çi? Emrikî û hêzên din werîs xistin stûyê wî û xeniqandin. Kî zilmê li gelê xwe bike û heq û hiqûqê binpê bike, ji ewil dê serê wî biçe. Tiştên ku Erdogan niha dike, dê bi serê wî jî bên. Lê divê ji ewil em xiyanetê li xwe nekin. Ev ciwane ji bo çi dimrin û ji bo kê dimrin? Malbata Barzanî wê li mala xwe birûne û dolarên xwe bixwe û li rexa din jî dê zarokên xelkê bimrin. Ma ev ciwane li ber avê hatine dîtin? Dê rojek bê, wê ew hêzên ku wan baweriya xwe pê tîna û pişta xwe pê germ dikirin, ji ewil dê wî bikujin. Dê jê rê bibêjin çimkî tu ne bi gelê xwe re bû." 
 
'AQLÊ XWE BÎNE SERÊ XWE'
 
Derheqê mijarê de ji dayikên aştiyê Nûriye Atmiş (60) jî anî ziman ku hevdîtina Barzanî ya bi Erdogan re rûreşî ye û wiha pê de çû: "Heger ew kurd bûya, di demekî ku cenazeyên welatiyên wî li erdê, bi Erdogan re hevdîtin nedikir. Heger Barzanî rêberê kurdan bûya, gelo çima di hevdîtina bi Erdogan re de ala wî li wir nebû? Şerim nake diçe pişta xwe dide ala tirkan? Şerma wan tune ye. Bav û bapîrên me ji wan re kirin. Lê îro Barzanî bûye neyarê me. Bila aqlê xwe bîne serê xwe. 121 ciwanên kurd li Hesekê şehîd ketin. Lê hema Barzanî negot bila heftiyek li ser re derbas bibe û piştre ez biçim bi Erdogan re hevdîtinê bikim. Gelo kê ew balafir şandin Rojava? Çar parçeyên Kurdistanê jî birayên hevin. Em ji hev hez bikin an nekin jî lê dîsa jî em birayên hevin. Bila Barzanî belaya xwe ji nebaşiyê veke. Xwedê em yek kes jî nemînin wê zarokên me dîsa rabin ser pêyan. Xwedê zarokên me jî nemînin em ê serî hildin. Ev 200 sal in tirk me qetil dikin. Lê em xelas nabin. Em her ku diçe zêdetir dibin. Heta ku dilopek xwîn laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin." 
 
'EM ŞÎV BIN EW FIRAVÎNE' 
 
Dayika aştiyê Hanim Kaya (61) jî detnîşan kir ku hevdîtina piştî êrîşan nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha xelas kir: "Bila Barzanî bes pirsgirêka di navbera kurdan de derbixîne. Wargehên tirkan hemû li wan deran hatine çêkirin. Her rê û rûbar nîşanî xelkê dane. Sed caran heyf û mixabin. Neçîrvan Barzanî çû Enqereyê çi? Bila cenazeyên xwe veşartibûna û piştre biçûya. Ew jî pêşengekî kurd e. Ma şerim nake? Bila Barzanî bê ser rêya rast. Heke îro dora me be, sibe jî dora wî ye. Heke îro em şîv bin, ew jî firavîna sibê ye. Her kurdek dizane ku Barzanî ji Tirkiyeyê re sîxûrtiyê dike. Em îro dijin lê dibe ku em sibê nebin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dibêjin bila bibin tifaq." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

27/02/2022
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn