AMED - Di doza ku endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn tê darizandin de jê re cezayê girtîgehê hat xwestin.
Derbarê endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 5'emîn danişîna doza Gultekîn li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gultekîn bi parêzerê xwe re tevlî danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 5 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Gultekîn re xwest.
Gultekîn û parêzerên xwe li dijî mutalaayê parastin kirin û daxwaza dema zêde kirin.
Heyeta dadgehê daxwazê qebûl kir û danişînê taloqî 13'ê gulanê kir.