MÊRDÎN - Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê lîstika “Xal û Xwarzê” pêşkeş kir.
Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê, di çarçoveya bernameyên xwe yên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê lîstika bi navê “Xal û Xwarzê” ku bûyerên di navbera xwarziyekî paqij û xalekî çav vekirî bi zimanekî mîzahî vedibêje, pêşkeş kir. Lîstika ku li eywana komeleyê hat pêşandan, temaşevan keyfxweş kirin.
Piştî lîstik bi dawî bû, beşdar van vexwendin guhdarkirina helbestan a di çarçoveya bernameyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê sibê were lidarxistin.