‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’

  • rojane
  • 18:14 20 Sibat 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede bal kişand ku li Rojhilata Navîn şer tê kûrkirin û wiha got: “Li dijî van şeran yekane rêya hêvî û xelasiyê fikriyata birêz Ocalan e.”
 
Rêxistina Navçeya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê li eywaneke dawetê ya li bajêr 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlementerên HDP’ê Sezaî Temellî û Saîd Dede, parlementerê HDP’ê yê berê Abdûllah Zeydan û bi sedan welatî beşdar bûn. 
 
‘WÊ EV PERGAL WERE HILWEŞANDIN’
 
Parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî yê di kongreya bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, diyar kir ku partiya wan di fikriyata rêya sêyemîn de têdikoşe û wiha got: “Em ê vê pergala kevin ku bi sedsalan e li me tê ferzkirin biguherînin. Ev pergala li kurdan tê ferzkirin wiha naçe, wê ev pergal hilweşe û tifaqa faşîst wê di bin wê de bimîne.” Temellî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Bi hiqûqa dijminatiyê girtiyên nexweş di girtîgehan de dihêlin. Bi girtina Aysel Tûglûkê qaşo dixwazin ji me tolê hilînin.”
 
‘JI BO TECRÎDÊ RAKIN DIVÊ TÊBIKOŞIN’
 
Temellî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha axivî: “Bê edaletiyeke mezin heye û di navenda vê de jî tecrîd heye. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ev gaveke girîng e. Ji bo ku em tecrîdê rakin divê em têbikoşin.”
 
HÊZA GEL
 
Parlementerê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan jî gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan yên “tu taqeta wan nemaye” bi bîr xistin û wiha got: “Gelê me li ser piya ye. Gel nîşan da ku li hemberî hêza wan tu hêz nînin. Zarokên we jî li ber xwe dan. Îro di girtîgehan de hemû zarokên we yên rastî bêedaletî û bê hiqûqiyê hatine, bi awayekî layiqî we li ber xwe didin.” 
 
DESTHILAT TÊK DIÇE
 
Zeydan, destnîşan kir ku hêviyên hemû beşên ku dixwestin HDP’ê bi awayekî siyasî têk bibin, şikestin û wiha axivî: “Kesên ku hewl dan me xelas bikin, niha di nava têkçûneke mezin de ne. Em tevî hemû zor û zehmetiyan saya we û hevalên me li ser piya man. HDP’ê hatiye asta ku siyaseta Tirkiyeyê beralî bike. Ev saya gelê me ye. Me gelek bedel dan lê gelek pêş ve jî çûn. Li pêş me astengiyên biçûk man. Wê hevalên me yên li zindanan jî li sirgunan jî azad bibin.”
 
‘YEKANE XELASÎ OCALAN E’
 
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede jî bal kişand ku li Rojhilata Navîn şer tê kûrkirin û wiha got: “Li dijî van şeran yekane rêya hêvî û xelasiyê fikriyata birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê hêzên emperyalîst komploya navnetewî xistin meriyetê. Bi awayekî zelal li holê ye ku îro li her derê cîhanê jî fikrên birêz Ocalan çareserî ne. Li Tirkiyeyê şerê esas li dijî fikrên birêz Ocalan in. Ji ber vê yekê evqas êriş dikin. Dema hişmendiya demokratîk hat avakirin wê ev hişmendî jî weke yên din biçe sergoyê dîrokê.”
 
Piştî axaftinan Sînem Seven û Halîl Ozek weke Hevserokên Navçeya Navendî hatin hilbijartin. 
 
 

Sernavên din

22/02/2022
12:49 Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir
12:34 Hevserokên HDP’î hatin girtin
11:21 Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e
10:54 Tirkiye dixwaze şerê Ûkraynayê bike xizmeta xwe!
10:26 Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye
09:51 Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin
09:50 Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin
09:23 Ji Pûtîn fermana 'Operasyonên Hêzên Aştiyê'
09:20 Ocalan hêj di hevdîtina ewil de hişyar kiribû
09:01 Jin li cem Semra Guzel in
09:01 Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin
09:01 Girtî Balaç 65 roj, Yildirim jî 30 roj in di rojiya mirinê de ne
09:01 Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2022'YAN
21/02/2022
22:22 Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan
18:47 3 endamên DÎAYDER'ê hatin berdan
17:55 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
16:58 Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye
16:57 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tekîrdagê ne: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
16:54 Daxwaza bi dawîkirina polîtîkayên pişaftinê kirin
16:05 Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan
15:58 Rêveberên Baroya Amedê beraet kirin
15:53 Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê
15:10 Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê kir
14:58 Cezayê Demîrtaş hat erêkirin
14:45 Mazlum Dag: Xetere li ser jiyana me heye
14:39 Mele Fahrettîn Ulgun: Ev doz doza hesabxwestina ji ÎBB’ê ye
14:30 DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin
14:14 Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren
14:01 Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn
13:50 Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê
13:35 Li Amedê civîna 21’ê Sibatê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
13:30 Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar
13:30 Nexşerêya 2022'yan a Kurdî: Divê partiyên siyasî bi hev re pirsa zimanê kurdî geştir bikin
13:02 Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir
12:42 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike
12:00 Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe
11:47 DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin
11:44 Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê
11:22 Îmîr a HDP’î pêşniyaznameya kurdî da
11:19 Dag: Heke zimanê me winda bibe, em ê hebûn û dahatûya xwe jî winda bikin
11:19 Li Koyê Komxebata Navnetewî ya zimanê kurdî dest pê kir
11:18 Tevlîbûna bîranîna Denîz Poyraz sûc e!
11:02 HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
10:36 DBP: Divê zimanê kurdî bi qanûnan were mîsogerkirin
09:46 ‘Divê her zarokê kurd ji ewil hînî zimanê xwe bibe’
09:04 ‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’
09:04 Birayê girtiyê nexweş Bîlgîn: Bila pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
09:04 Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin
09:04 Robar: Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê ‘birayê xwe’ qedexe dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN
20/02/2022
22:06 Lîstika Xal û Xwarzê hat pêşandan
20:49 ‘Perwerdehiya ziman tûne be, biyanî bûn dest pê dikê’
20:06 Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye
19:18 Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin
18:29 Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê
18:14 ‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’
17:22 Dayika Zeynep Celaliyan: 15 sal in agahiyê ji keça xwe nagirim
17:07 Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe
16:31 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’
16:30 Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn
16:06 Ji Amedê bang: Pirsgirêka ziman, bi çend gavên xapînok çareser nabe
15:29 Akar: Di mijara PKK’ê de me û Barzaniyan li hev kir
14:56 Ji qeyûm qenciya bi milyon lîreyan!
14:45 Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin diyar bûn
14:20 Di girtîgehê de 4 pirtûk nivîsandin û 30 sal piştre derket
14:06 Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da
13:51 Dag û Er li dijî binpêkirinan ev 8 roj in di rojiya mirinê de ne
13:31 HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya
13:21 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir
13:04 Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin
12:11 ‘Divê di her qada jiyana me de kurdî hebe’
11:45 Zimanzan Aydin: Ziman, bi perwerdeyê tê parastin
11:02 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me ya edaletê ya bûy hêviya civakê
10:52 Bi kûçikan îşkence kir, bi Soylu jî xwe parast
09:59 Adil Qazî: Kurdan bi berxwedanê xwe parast
09:14 Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
09:12 Bang li malbatan kir: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
09:10 ‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne'
09:08 Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir
09:06 'Dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye'
09:04 'Çima tu bi dayika xwe re bi kurdî diaxivî?'
09:02 Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN
19/02/2022
23:13 Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin
17:07 Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me
16:58 Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be
16:26 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan berdewam dike
16:20 Polisan êrişê daxuyaniya 8'ê adarê kir
16:16 Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan
16:16 Sendîkayan serdana HDP'ê kirin
16:09 OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:58 'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e'
15:55 Doru: Divê hewsên elewiyan yekîtiya xwe ava bikin
15:15 Temellî: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin