Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin

  • rojane
  • 10:01 19 Sibat 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Mezopotamya û Anatoliyê ji şarastaniyên cuda re mazûvaniyê kiriye û li ser van her du erdnîgariyan ji ber sepandina asîmîlasyonê Tirkiye veguherî goristana zimanan. Gelên ku li Tirkiyê dijîn xwestin zextên li ser ziman bi dawî bibin û mafên xwe yên perwerdehiya bi zimanê zikmakî xwestin. 

 
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Di vê rojê de ji bo balê bikişînin ser zimanên zikmakî yên li cîhanê û teşwîqkirina axaftin û nivîsandina zimanan gelek çalakî tên lidarxistin. Lê belê zextên netew-dewletan ên li ser zimanên zikmakî û têgihîştina “yekperest” beşeke girîng a zimanan bi windabûnê re rûbirû hişt. Li gorî zimanzanan, dema ku ji hebûna mirovahiyê heta niha derdora 30 hezar zimanên cuda hatine axaftin, heta roja îro tenê 7 hezar ziman mane. Lê di nav wan de, nêzî 2 hezar ziman bi xetereya windabûnê re rûbirû mane. 
 
 
GORISTANA ZIMANAN 
 
Li gorî UNESCO’yê li Tirkiyeyê di jiyana rojane de 36 zimanên cuda tên axaftin, ji van zimanan 18 ziman li ber winda bûnê ne û 3 ziman jî winda bûne. Di encama polîtîkayên asîmîlasyonê de êdî Ubîxî, Mlahso û Yewnaniya Kapadokyayê qet nayên axaftin. Hertevîn li ber windabûnê ye. Romanî, Ermeniya Rojavayî, Hemşînî, Lazî, Yewnaniya Pontîk, Abazinî, Suretî, Kirmanckî û Çerkesî jî zimanên ku bi xetereya windabûnê re rûbirû mane. 
 
Tirkiye di warê zimanê zikmakî de yek ji welatên herî paşdemayî ye, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşguh dike. Tirkiye bi xalên perwerdehiya bi zimanê zikmakî Peymana Mafên Zarokan a di sala 1989’an de îmze kir. Li Tirkiyeyê zimanên zikmakî wek dersa hilbijartî ji pola 5’emîn dest pê dike. Lê belê ji ber ku hilbijartina dersan ji xwendekaran re nayê hiştin û di vî warî de têne rêve kirin, ev qurs bi zehmetî li her deverê nayên kirin. Yewnaniya Pontîk û Hemşîn jî di lîsteya dersên hilbijartî de cih nagirin.
 
Em bi gelên ku li Tirkiyeyê zimanên wan bi xetereya windabûnê re rûbirû mane re, li ser polîtîka û girîngiya zimanê wan ê zikmakî axivîn. 
 
PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAF E 
 
Turgut Aydin ê çerkez diyar kir ku zimanên zikmakî di encama tecrubeyên hezar salan de ava bûne. Aydin da zanîn ku ev kombûn hemû hêmanên weke çand, huner û folklora gelan pêk tîne û got: “Heke hûn vî zimanî tune bikin, hûn ê çandek, neteweyekê jî tune bikin. Di vê wateyê de parastina zimanê dayikê, pêşxistin û veguhestina zimanê dayikê ji bo nifşên pêşerojê girîng e. Hebûna gelan dewlemendî ye. Divê weke veqetandin neyê dîtin. Ya ku divê dewlet bikin parastina van zimanan e. Ji aliyê zanistî ve zarok an jî mirov bi zimanê xwe yê zikmakî difikire. Ji bo ku mirov di hemû xebatên xwe de berhemdar be, divê bi zimanê xwe yê zikmakî tevbigere. Hûn bi şev bi zimanê dayikê xewnan dibînin. Di vî warî de mirov nikarin bi mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê perwerde bibe, hûn zarok neçar dikin ku bi zimanekî din bihizirin. Zarok nikare bi zimanekî ku jê haydar be berhemdar be. Divê di navbera xwendekar û yê ku dersê dide de têkilî hebe. Wekî din dê perwerde pêk neyê."
 
‘JI BER PIŞAFTINÊ ÇERKEZÎ HATIYE JIBÎRKIRIN’
 
Aydin anî ziman ku li Tirkiyeyê nêzî 5 milyon çerkez hene, lê piraniya wan bi zimanê xwe nizanin û heke zimanek nebe zimanê nivîskî, mehkûmî tunebûnê ye. Aydin da zanîn ku di encama polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Tirkiyeyê de çerkezan zimanê xwe ji bîr kirine û got: “Ji bo zarokên çerkezan di nava xwe de bi çerkezî neaxivin, hewldan hatin dayîn. Li ser rêya dibistanên me neçarî hiştin ku em zimanê xwe veşêrin û em bêjin em çerkez in. Dû re min fêm kir ku ew şerm e û ne tiştek veşartî ye. Ez roja zimanê dayikê li hemû gelan pîroz dikim. Di têkoşîna gelan a ji bo zindîkirina zimanê zikmakî de serkeftinê dixwazim."
 
ASÎMÎLASYON 
 
Sema Nûr Ozkan a çerkez jî da xuyakirin ku li gorî UNESCO'yê zimanê çerkezî jî bi xetereya windabûnê re rûbirû ye. Ozkan diyar kir ku polîtîkayên avakirina neteweya tikr û komkirin û hilweşandina hemû civakên din ên etnîkî-netewe-olî yên di bin vê nasnameyê de li Tirkiyeyê tên meşandin û got: “Bi taybetî bêqîmetkirina zimanê dayikê yê zarokan weke parçeyek ji nasname û kesayeta wan e. Ew ne tenê bandoreke neyînî li bawerî û xwebaweriya wan dike, di heman demê de newekheviyên heyî jî kûrtir dike. Hemû zimanan para xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan li Komara Tirkiyeyê tên meşandin girt. Lê em wek çerkez yek ji gelên ku hem ji jiyana xwe ya belawela ya li Tirkiyeyê û hem jî ji bandora bajarvaniyê herî zêde mexdûr bûne ne. Mixabin hejmara nifşên me yên nû yên ku bi çerkezî diaxivin pir kêm in.”
 
JI BO LAZÎ TÊKOŞÎN 
 
Mustafa Bekaroglû yê laz jî anî ziman ku mirov dikare hest û ramanên xwe bi zimanê zikmakî ê herî xweş û tîrbûyî bîne ziman û got, "Ziman çiqas zêde were axaftin, pirçandîbûn ewqasî zêde dibe. Sedema ku di nava dewletê de bi yek zimanî bê axaftin, weke destwerdana îradeya azad a gelên din tê dîtin. Ev asîmîlasyon e. Di salên dibistana seretayî de mamosteyê me axaftina lazî li me qedexe kir. Di wê demê de têkoşîna li dijî şaxên zimanê lazî hat avakirin. Ji ber ku em bi zimanê lazî diaxivîn gelek caran li me didan û me polê diavêtin. Lê ji ber ku me nikaribû bi tevayî tirkî îfade bikin, me her tim di nav xwe de bi lazî dipeyivî. Me bi dê û bavê xwe re bi lazî dipeyivî.” 
 
CIWAN BI LAZÎ NIZANIN 
 
Bekaroglû diyar kir ku di encama van qedexeyan de zimanê lazî di nava zarokan de nayê axaftin û wiha got: “Derdoreke wisa hatiye afirandin ku em ji hawîrdora ku zimanê lazî lê tê axaftin dûr ketine. Di encamê de zarokên me lazî nizanin. Wan jî dixwest hîn bibin, lê diviyabû ku wek fêrbûna zimanekî biyanî hewl bidin. Yên bi lazî diaxivin tenê zarokên li wê herêmê dijîn. Ew jî zimanê lazî bi hemû hûrgiliyên xwe nizanin. Zimanê lazî û tirkî li nava hev ketiye. Divê mafê perwerdehiyê bi hemû zimanên ku li Tirkiyeyê hene bê dayîn. Bi, taybetî Her wiha divê dawî li polîtîkayên zextê yên li ser zimanê kurdî bê anîn. Divê her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe stranên xwe bistirê û bêje û hemû ziman wekhev bên dîtin.” 
 
JI BER HEMŞÎNÎ ZEXT LI WAN HATINE KIRIN 
 
Huseyîn Hebîb Taşkin ê hemşîn jî diyar kir ku ew qet bi zimanê hemşînî nizanin û kêmasiya wî heye. Taşkin anî ziman ku ji bo dewletê şerm e ku zimanê xwe yê zikmakî nizane û wiha got: “Mamosteyên herêma Hemşînê zextê li zarokên ku hemşînî diaxivîn dikirin. Ji ber em bi zimanê xwe diaxivîn, mamosteyan li me dida. Ev bû sedema hilweşandina çandê. Ev ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Li Tirkiyeyê berhemên ermenî, lazî, hemşînî û kurdî hene. Ma em dikarin wan înkar bikin? Ziman û dewlet nayên tunekirin. Fikara 'bi zimanekî din nepeyivin' heye. Netirse. Ziman dewlemendî ne. Mînak li Ewrûpa û Hindistanê gelek ziman têne axaftin. Em nikarin bi asîmîlasyonê mirovan tune bikin. Ev kes li vî welatî hene.”
  
Taşkin anî ziman ku divê hemû gel li hev bicivin û ji bo perwerdehî û fermîbûna zimanê zikmakî israr bikin û got: “Li Tirkiyeyê lîseyên elmanî û îtalî hene. Çima yên me nebin. Asîmîlasyon berdewam dike. Lê em ê bi hev re vê yekê derbas bikin. Werin em her roj bikin roja zimanê zikmakî. Bila ji zimanên cuda netirsin. Em hemû mirov in, bila zimanê me azad bibe.”
 
ZIMAN KOKA MIROV E 
 
Zaruhi Kervancioglu Barka yê ermenî jî destnîşan kir ku mirov bi saya zimanê xwe yê zikmakî dikare bi rabirdû û efsaneyên xwe ve girê bide. Barka wiha got: “Neaxivîna bi zimanê xwe yê dayikê travmayên mezin derdixe holê. Ji ber ku nikare xwe nas bike. Zehmet e ku bi rabirdû û çanda xwe ve girêdayî be. Ziman tê wateya îfadekirina xwe. Dema ku hûn ji wê qut bibin, hûn di valahiyê de dimînin, koka meriv tune dibe. Mîna dara ku koka xwe li binê axê ango reh berde, jiyana bi zimanê zikmakî jî wisa ye û jiyan biz iman dest pê dike.” 
 
REWŞA ERMENÎKΠ
 
Barka bal kişand ku rewşa zimanê ermenîkî ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Tevî ku dibistanên ermenî hene jî lê hejmara dersên bi ermenî gelekî kêm e. Ev ders ji aliyê cîgirên midûrên tirk ve li dibistanên ermenîkî tên astengkirin. Ders di hefteyê de daxistine 2 rojan. Ew jî 2 saet e. Heke ez biçim dibistaneke ermenî, ez dixwazim hemû dersan bi zimanê ermenî bibînim. Wekî din ew ê tu wateya xwe nebe. Niha ermenîkî bûye dersa hilbijartî. Dîsa di serdema me de zext hebûn. Mînak ji ber ku em di dibistana seretayî û navîn de bi ermenîkî diaxivîn li dijî me şîdet dihat kirin. An jî dema hûn ji lîseya ermenîkî derketina biçûna zanîngehekê ketina meriv dihat astengkirin. Ev yek di hinekan de bû sedema qebûlkirinê û li hinekan jî bertek hat nîşandan. Ji ber ku ev yek li zora min çû û li min bû eks ez zû fêrî ermenîkî bûm.” 
 
DAXWAZA ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ 
 
Barka anî ziman ku tenê ji ber zimanê bav û kalên wî fêrî ermenî bûye û wiha got: “Lê dema ez çûm Îngîlistanê min dît ku ev yek çiqas girîng e. Bi ermenîkî min bi ermeniyên Îranî, Iraqî re bi zimanê zikmakî têkilî danî. Min bi ermeniyên welatên ku min nas nedikir re bi ermenî axivî û min dît ku pir tê axaftin. Ji bo vê jî divê hemû ziman bên parastin. Ziman çanda hevpar e. Divê ziman bên parastin da ku em ji hev baştir fam bikin. Pêwîst e hemû ziman bibin zimanê perwerdehiyê."
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

19/02/2022
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya
20:33 Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan
18:32 Îfadeya rojnamevan Dûrgût a li midûriyeta polîsan hat girtin
16:25 Nobeda Edaletê: Em zarokên xwe dixwazin
16:10 Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan
16:02 LaWje dê li Stenbolê konserek bide